DFG û MKGê jibo cenazeyên rojnamegerên hatin kuştin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bidin malbaten wan û serê sînor li malbatan bê vekirin, bi etîketa “#DerisêSînorêXaburêVekin (HaburSinirKapisiniAc” bang kirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 19ê kanûnê de bi SÎHAyê li Rojava hatin kuştin. Malbata Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin di 6ê Çile de xwestin di deriyê Sînorê Xaburê re biçin Başûr û ji wir li deriyê Sêmalka cenazeyê zarokên xwe bigirin. Lê malbat û heyeta ligel wan 30 saet in li sînor tên rawestandin. Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li ser hesabê Xê bi etîketa “#DeriyêSînorê XabûrêVekin (HaburSinirKapisiniAc)” bang li rayedaran kirin ku derî vekin û dawî li vê dijhiqîqiyê bînin.
Piştî bangê li ser sebae Xê saziyên MKG, DFG, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir, Meclisa Jinan a HDKê, Şaxên OHDê yên Dîlok, Riha, Mêrdîn, Parlamenterên DEM Partiyê û gelek rêxistinên din piştgirî dan kampanyayê û xwestin êdî zulmê li cenazeyan nekin û bi lez cenazeyan teslîmî malbatan bikin.