Dayikên Şemiyê aqûbeta serokê HADEPê yê navçeya Sîlopiyayê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ku li qereqola cendirmeyan hatin binçavkirin û windakirin, pirsîn.
Dayikên/ Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê kom dibin. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe di hefteya 1035an de berdewam kirin û aqûbeta serokê HADEPê yê navçeya Sîlopiyê Serdar Taniş û rêveberê navçeya Sîlopiyayê Ebubekir Denîz pirsîn. Beriya dayik daxuyaniyê bidin dîsa wêneyên kesên hatine windakirin rakirin û qurnefil xistin destkê xwe. Gelek dayik û nûnerên saziyên mafên mirovan amade bûn. Dayikan vê hefteyê bal kişand ser çîroka Serdar Daniş û Ebûbekîr Denîz. Di sala 2001an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê leşkeran gazî her du rêveberan kiribûn ku biçin qereqolê. Piştî çûn qereqolê êdî agahî ji her duyan nehat girtin. Li ser navê Mirovên Şemiyê Sebla Arcan daxuyanî xwend û got, “Jiyaneke di nava aştiyê de û bi rûmet, mafê me hemûyan e. Jiyaneke azad, wekhev û adil mafê me hemûyan e.”
Sebla Arcan çîroka windakirina siyasetmedarên Kurd Serdar Taniş û Ebubekir Denîz, vegot û piştî daxuyaniyê belav bûn.