• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    Li sînorê Bane şer û pevçûn: Herî kêm 3 kes hatin kuştin

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    KCKê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Şahidê salên 90î: Em dixwazin di nav pargelek demokratîk û azad de bijîn

    Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    Gelê Riha û Êlihê ji bo banga Ocalan guhdar bikin gihişt Amedê

    ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

Stenbol / AW

7 SIBAT 2026 - 13:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1089emîn de li aqubeta Mehmet Şîrîn Maltu pirsîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku divê dewlet demildest li gorî peymanan lêpirsînekê bêalî pêk bîne û hate gotin: “Divê kesên ku berpirsiyarin bên dîtin û bên darizandin. Çend sal derbas bibe jî em ê li aqubeta Mehmet Şîrîn Maltu û windayan hemû bipirsin.”

Mirovên ango Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 1089emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya heftane berdewam kir. Dayikên Şemiyê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê jî li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu hat pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê Mirova Şemiyê û endama Komîsyona Windayan ya Şaxa ÎHDa Stenbolê Zeynep Yildiz ve hat xwendin.

‘Peymanên navneteweyî hatin binpêkirin’

Zeynep Yildiz diyar kir ku ew dipirsin û dê bipirsin Mehmet Şîrîn Maltu li ku ye û wiha axivî: “Di 1089 hefteye em dibêjin; di binçav de winda kirin binpêkirina mafê jiyanê ye. Tirkiye terefê peymanên navneteweyî ye. Divê dewlet demildest li gorî peymanan lêpirsînekê bêalî pêk bîne. Di hefteya 1089emîn de jî em bi bîr dixin em ê dest ji aqûbeta windayan bernedin. Ji bo ev bêaqûbetî ji holê rabê divê sûcên ku li dijî mirovan pêk hatine di tariyê de nemînin.”

‘Li pêşiya malbata wî û gundiyan îşkence lê kirin’

Zeynep Yildiz anî ziman ku di hefteya 1089emîn de li aqubeta Mehmet Şîrîn Maltuyê ku ev 31 sal in winda ye dipirsin û got: “Mehmet Şîrîn Maltu hê 17 salî bû û bi malbata xwe re li gundê Zêrbiya yê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve dima. Di 31ê Çileya 1995an de leşker û cerdevanan avêt ser mala malbata Mehmet Şîrîn Maltu. Leşkeran Şîrîn Maltu ji mal derxistin. Bi saetan li qada gund îşkence li Mehmet Şîrîn Maltu hate kirin. Paşê wî li wesayitê siwar kirin û birin. Piştî bi rojekê Mehmet Şîrîn Maltu çavgirtî anîn pêşiya mala wî. Li pêşiya malbata wî û gundiyan îşkence lê kirin û jê agahî xwestin lê Mehmet Şîrîn Maltû ji leşkeran re got, ‘Ez nizanim’. Paşê Mehmet Şîrîn Maltu dîsa li gel xwe birin. Ji wê rojê ve xeber ji Mehmet Şîrîn Maltu nayê girtin.”

Etîket: Dayikên ŞemiyeMehmet Şîrîn Maltu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

Dayikên Şemiyê: Em ê herdem aqûbeta Bûldan, Yildirim û Karay bipirsin

6 HEZÎRAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

29 sal in xeber ji Îlyas Eren nayê girtin

28 ADAR 2026
31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

31 sal in li kujeran dipirsin: Hezar sal jî derbas bibe em ê li vir bin

15 SIBAT 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê: Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (737)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne