• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

    Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

    Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 07ê ÎLONA 2025an

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    Ji bo çanda dengbêjiyê bidin jiyîn hatin gel hev 

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

    ‘Çapemeniya Azad meşaleya azadiyê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji çend navendan Newroza 2012an

Navenda Nûçeyan /AW

11 ADAR 2025 - 10:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdan di sala 2012an de li bajarê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hemû astengî û qedexeyan jî Newroz bi coş û girseyek mezin pîroz kir. Li Cizîr, Nisêbîn, Sîlopî û Amedê girseyê tevî êrîşên polîsan jî Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin.

Kurd û Kurdistanî her sal tevî hemû astengiyan ji bo Newrozê pîroz bikin dadikevin kolan û qadan û agirê Newrozê pîroz dikin. Kurdan di 2012an de di bin êrîşên polîsan û qedexeyên dewletê de li qadan dîsa agirê Newrozê geş kirin û li hemû kolan û taxan Newroz pîroz kirin. Dema ku em li çend cihên ku Newroz lê hat pîrozkirin binerin, em dibînin ku li ruxmê astengiyên dewletê jî, gel dîsa daketiye kolanan û agirê Newrozê geş kiriye.

Çend navendên ku di 2012an de tevî astengiyên dewletê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin wiha ne:

* Di pîrozbahiyên li navçeyên Nisêbîn, Wêranşar, Sîlopî û navçeya Kerboranê de ji ber ku polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kirin û bûyer derketin. Di mudaxaleya polîsan de gelek welatî birîndar bûn û heta derengê rojê bûyer bi dawî bûn. Li Nisêbîn, Sîlopî û Wêranşarê bûyer bi dawî bûn. Endama Koordinasyona KCDê Ayla Akat Ata, di pîrozbahiya li nisêbînê de diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd ê Abdullah Ocalan azad nebe kurd azad nabin.

* Li Wanê tevî hemû astengiyan deh hezaran kesî barîkatên polîsan derbas kirin û li qada Newrozê bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Li Kirşehîra ku walîtiyê destûr nedabû jî parlementerê BDP’ê Erol Dora daxuyanî da û got; “Heta li vî welatî polîtîkayên tecrîdê xilas nebe, dê aramî jî pêk neyê. Li Ceyhana Edenê pîrozbahî hat lidar xistin û li navça Cizîra Şirnexê jî polîsan dîsa mûdaxaleyî girsê kir.

* Li navça Tarsûsa Mêrsînê, Dortyola Hatayê û Sulhanliya Manîsayê deh hezaran kesî cilên netewî lixwe kirin û bi coşeke mezin agirê Newrozê geş kirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana herêmê jî hat silavkirin.

*Li Edeneyê Newroz ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi coşek mezin hate pîrozkirin. Bi deh hezaran kesan got: “An azadî an azadî, ji Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statu”. Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattin Demîrtaş jî di mîtînga Newrozê de diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rê li pêş gelê kurd nehatiye hiştin û gelê kurd dê bi berxwedanê azadiya xwe bi dest bixe.

*Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê girseya piştî pîrozbahiya Newrozê ber bi avahiya BDPê ya navçeyê ve dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Pevçûn li gelek taxên Nisêbînê berdewam dike.

* Li navça Cizîra Şirnexê jî bi deh hezaran kesên ku li taxa Surê lihev civiyan dîsa ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Polîsan destûra pîrozbahiya Newrozê nedan û avahiya BDPê ya Cizîrê gulebaran kirin. Di gulebarandinê de kesek bi giranî birîndar bû. Polîsan bi dehan kesên ku zarok, jin, ciwan û pir jî di navde bi erdê re rakêşandin û binçavkirin. Di bûyeran de 3 polîs û 2 welatî birîndar bûn û hate zanîn ku polîsek û welatiyek bi giranî birîndar in.

* Li Wanê pîrozbahiyan ji serê sibê de dest pê kir. Polîsan destûr neda pîrozbahiyê û mudaxaleyî girsê kir. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûn derket. Di pevçûnan de 10 kes hatin biçavkirin. Di bûyeran de wekîlê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar, Rêveberê BDP’ê Nimet Arslan û 3 polîs jî di navde 13 birindar bûn. 14 kes jî hatin binçavkirin.

*Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî di pîrozbahiyan de polisan mudaxaleyî girsê kir. Di mudaxaleyê de 15 kes birîndar bûn û gelek kes brînda bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletêya Patnosê.

*Li navçeya Tekmanê jî girseya xwest Newrozê pîroz bikin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleya polisan de 20 kes hatin binçavkirin. Di buyerê de rêveberên BDP’ê jî di navde 4 kes birîndar bûn.

*Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî piştî polisan destûr neda pirozbahiyê u mudaxaleyî girsê kir pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 TOMA bi tevahî 3 maşînên Zirxî wêran bûn. Di bûyerê de jê 3 polîs gelek kes birîndar bûn. 6 kes hatin binçavkirin.

*Di pirozbahiyên Îdir, Kop û Bedlisê de jî polîsan mudaxaleyî girsê kir. Di bûyeran de li kopê 6, li Bedlîsê 7 û li Îdirê 6 kes bi tevahî 19 kes hatin binçavkirin. Bûyerên li hemû bajarên navborî bi dawî bûn.

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

Bi hezaran kes ji bo azadiyê meşiyan

7 ÎLON 2025
SOHR: Cenazeyê 12 kesan hate dîtin

SOHR: Cenazeyê 12 kesan hate dîtin

7 ÎLON 2025
Hejmara 132yemîn a Kovara Jinê derket

Hejmara 132yemîn a Kovara Jinê derket

7 ÎLON 2025
Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

Komên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê talanê dikin

7 ÎLON 2025
Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

Mîkaîl Bulbul: Divê ji bo Kurdî li defa hewarê bê xistin

7 ÎLON 2025
Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

Tirkî 101 sal in li pêş 34 zimanan asteng e

7 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (118)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne