Navenda Nûçeyan – Di sedsala dawî de gelê ku yekser bêstatu hate hiştin, gelê Kurd bû. Kurd tevî derbasbûna ewqas dem, belkî hêjayî wê ne ku wekî gelekî ewqas mezin lê bê statu di dîroka cîhanê de werin nivîsandin. Li Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal in rêveberiyek xweser heye. Kurd cara yekem li Sûrî dibûn xwedî statu. Lê hêzên herêmê bi hevkariya hêzên hegemon xwestin vê destkeftiyê jî bifetisînin. Kurd bi berxwedana xwe vê dorpêçê şikandin lê niha dora wê ye ku bi serkeftinê tacîdar bikin.
Kurd di nav dîrokê de her tim hewl dane ku xwe li erdnîgariya ku lê dijîn hebûna xwe biparêzin. Parastina hebûna xwe, ziman û çanda xwe, li dijî şeran, êrişên barbar, hewldanên tinekirinê rawestîn, belkî jî ji aliyê mirovahiyê ve qonaxeka girîng bû. Lê belê Kurd vê yekê ne tenê ji bo li pêya bimînin kirin, her wiha hewl dan ku bibin pêşengê dildarê azadiyê ya ku dê li dîroka mirovahiyê were diyarîkirin jî nîşan dan.
Ji çiyayên Zagrosan, çoltara Nînova, navbera Dîcle û Firatê, li deşta Haleb û Şamê, ji diyarên Anatolyayê û ji hemû rastiya erdnîgarî ya ku li wê belav bûne, xwestine xwe li cihekî bi cih bikin, xweseriya xwe biparêzin û her tim hewldane ku ziman û çanda xwe biparêzin. Ji Kawayê Hesinkar dest pê bike, heta Selaheddîn, Ebu Muslim û heta pêvajoya berxwedan û serhildanan, di nav lêgerînekê de bûn.
Parçeyê biçûk, dilê mezin
Yek ji herêma ku Kurd ji bo jiyan û nasnameya xwe bi têkoşîna man û nemanê li ber xwe didin jî herêma Rojava ye ku weke parçeyê herî biçûk yê Kurdistanê tê zanîn. Kurdên Rojava, bi sed salan e li Rojava ango li bakurê Sûrî, li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê dijîn. Lê ev hebûna dîrokî, di dewleta neteweyî ya Sûrî de bi înkar, tunekirin û siyaseta asîmîlasyonê re rû bi rû ma.
Bi destpêka şerê navxweyî yê Sûrî di sala 2011an de, Kurdên li vir careke din derketin ser dika dîrokê û şoreşeke serdemê pêk anîn. Ev şoreş şoreşa Rojava bû.
Berî ku em derbesî şoreşa Rojava û geşedanên îro diqewimin bibin em dixwazin bi berfirehî li dîroka kevnar a Kurdên Sûrî û têkoşîna wan binêrin. Her wiha di van demên dawî de ku bi taybet berdevkên HTŞê û dewleta Tirk dibêjin Rojava ne warê Kurdan e, em ê balê bikişînin ser dîroka Kurdên Sûrî û herêma Rojava.
Pêdivî pê heye ku em bibîr bixin ku Sûrî wekî dewletekî neteweyî, tenê piştî sedsala 20an hate afirandin. Berê wê ev herêm bi navên cuda dihat nasîn. Mezopotamyaya Jorîn, Şama Mezin, El-Cezîre û hwd. Herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê, ku îro navçeyên Kurdan e, bi gelemperî bi herêmên Kurdên Bakur û Başûrê Mezopotamyayê re yek parçe bûn.
Berî Îslamê serdema Med, Mitannî û gelên Zagrosê
Gelek çavkanîyên dîrokî nîşan didin ku gelên ku îro wekî bav û kalên Kurd têne nasîn ji gelên Zagrosê û Mezopotamyayê ne. Dewleta Mîtannî (Berî zayînê sedsala 16-13) li herêmên bakurê Sûriyeyê û Mezopotamyayê hatibû damezrandin. Ev herêm, bi taybetî Cizîrê, herêma bingehîn bû ji bo vî gelî.
Împaratoriya Medan (Berî zayînê sedsala 7) ku pir caran wekî bingehê dîrokî yê Kurd tê dîtin bandora wan heta herêmên bakurê Mezopotamyayê çûbû. Têkiliyên aşîrî û zimanî bi vê herêmê re hebûn. Ev dane nîşan didin ku hebûna gelên ku Kurdên îro ji wan têne, bi hezarên salan li ser vê erdnîgariyê bûn.
Demên Romayî û Bîzansî: Kurd wekî gelên herêmî
Di demên Romayî û Bîzansî de Kurd bi navên cuda hatine binavkirin (Gordyene, Karduchi û hwd.) Herêmên wan li navbera Dicle û Firat hatiye pênasekirin û weke gelên li çiyayên Toros û Zagrosan hatine nasîn. Herêma ku îro Cizîrê û Kobanê tê de ye wekî herêma gelên xwecihî hatiye nasîn, ne wekî herêma koçberên ji derve.
Dema Îslamê: Kurd li Şam û Cezîrê
Bi hatina Îslamê (sedsala 7an) re Kurd bi şertên nû yên siyasî re hatin têkildarkirin. Gelek emir û rêxistinên Kurd li herêmên Şam û Cezîrê hatin damezrandin. Di serdema Eyyûbiyan de (sedsala 12an) Kurdek pêşengtiya artêşa Îslamê dikir. Ev kes Selahaddînê Kurdî bû. Her çiqas desthilat ya Eyyûbiyan be jî Selahaddîn serweriya Îslamiyetê ewqas bi pêş xist ku di dîroka Îslamê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Di vê serdemê de Şam, Heleb, Cezîre bi tevahî di bin hikumraniya Selahaddîn de bûn. Kurd li vê demê de wekî hêza siyasî ya bingehîn bûn. Ev rewş nîşan dide ku Kurd ne tenê li herêmê dijiyan, lê li ser wê herêmê rêvebirina xwe jî saz kiribûn.
Dema Osmaniyan: Rojavayê Kurdistanê wekî herêmekî Kurd
Di sedsalên Osmaniyan de herêmên bakurê Sûriyeyê bi Kurdistanê re yek parçe bûn, eşîrên Kurd li Efrînê, li Cizîrê, li dirêjahiya Firatê bi awayekî xweser dijîn. Osmaniyan gelek caran Kurd wekî hêza herêmî ya rêkeftinê nas kirin û rêveberiya eşîretî bi şertên xwe qebûl kirin.
Destwerdana Dîrokê: Sînorên koloniyal (1916–1923)
Serdema sedsala 20emîn de ji bo Kurdan êdî rewş hinekî din diguherî. Serdema zor û zahmetiyan, êş û azaran, talan û qirkirinê dest pê dikir. Yek ji van demên ku xwestin Kurdan ji ser rûyê cîhanê tine bikin salên avakirina netew-dewletan bû. Aqilê Îngilîz ketibû dewrê. Destpêkê peymana veşartî ya bi navê Sykes–Picot kete meriyetê û paşî jî Lozan pêk hat. Bi vî awayê Kurdistan kirin çar parçe. Ew herêma ku bi hezarê salan yek parçe bû û Kurd bi awayekî herêmî be jî serweriya xwe dikirin bi yek carî kirin çar parçe. Kurdistan ji hev hate qetandin û bi navê “Sûrî” dewleteke nû hate avakirin. Ev dem ew dem e ku Kurd li herêmekî dîrokî bûn “kêmneteweyek” di dewleteke nû de.
Hebûna dîrokî ya Kurdên li Sûrî
Weke me anî ziman di demên Osmaniyan de, herêmên bakurê Sûrî bi awayekî yekser bi Kurdistanê ve girêdayî bûn. Eşîrên Kurd, bi taybetî li Cizîrê, bi rola civakî û aborî ya bingehîn rabûn. Piştî şertên nû yên sînorên neteweyî, bi taybetî piştî serhildanên li Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran Kurd koçî Sûrî kirin. Vê serdemê Sûrî mandeya dewleta Fransî bû. Fransa di navbera salên 1920 heta 1946an hikûm meşandin li vî welatî. Fransiyan, di şertên xwe de bi awayekî sînorkirî, hin mafên çandî û çapemenî bi Kurdan re pejirandin.
Rejîma Baasê: Siyaseta înkar û tinekirinê
Di sala 1962an de, rejîma Sûrî li herêma Cizîrê serjimareke taybet pêk anî. Di encamê de, nêzîkî 120 hezar Kurd weke “ecnebî” hatin binavkirin. Ev biryar mafên welatiyê ji Kurdan stand, xwedîtiya erd û karê ji wan girt û xwendin, geşt û qeydên fermî qedexe kir.
Di demeke kurt de projeya “Kembera Erebî” hate sazkirin. Rejîm, bi armanca guhertina demografîk, li nav herêmên Kurd gund û bajarên Erebî ava kir, erdên Kurdan ji destê wan girt û rêza civakî ango demografiya herêmê têk bir.
Her çend ziman û çand qedexe bû jî Kurdan hewl dan jiyan û çanda xwe biparêzin. Di vê hewldanê de dengbêjî, stran û çîrokên gelêrî ji bo parastina nasnameyê roleke girîng lîst. Newroz bi awayekî nefermî lê bi berxwedan dihat pîrozkirin. Rêxistinên siyasî bi awayekî veşartî û neasayî hebûna xwe berdewam kirin. Kurd, nasnameya xwe ne bi rêya dewletê, lê bi rêya civakê parast.
Bandora Ocalan a li ser Rojava
Bi taybet di sala 1980 û vir ve herêma Rojava feraset û têkoşîneke nû nas kir. Ev têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Herêma Rojava bi nasîna Tevgeriya Azadiyê careke din xwe ji xweliya xwe diafirand û dibû yekem pêşengê têkoşîna rizgariyê. Abdullah Ocalan heta 9ê Cotmeha 1998an li Sûriyeyê ma û kesayet, bîrdozî û terzê rêxistinkirina wî bandorek ezamet li ser gelê Kurd ê li Rojava kir. Ji Efrînê bigire heta Dêrika Hemko di çarçoveya bîrdoziya Tevgera Azadiyê de gel xwe bi rêxistin kir û bi hezaran keç û xortên Rojavayê Kurdistanê tev li doza Tevgera Azadiyê bûn. Lewma mayîna Ocalan a li Rojava-Sûriyê û hebûna rêxistinê bandorek zêde li ser gelê Rojava kir.
Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê peyam şandibû û gotibû, “Rojava xeta min a sor e, divê bê parastin.” Ev gotin wek dirûşm di berxwedana Rojava de olan da û derket pêş.

2011 û şerê navxweyî: Qada nû ya Kurdên Sûrî
Li Sûrî serhildana ku weke “Bihara Gelan” dihat binavkirin li dijî rejîma Beşar Esed di sala 2011an de dest pê kir. Ji bo Kurdan jî ev pêvajo serdemeke nû bû. Kurd demlidest hêrêmên xwe xistin nava parastinê û serweriya xwe saz kirin. Di şerê navxweyî ya Sûrî de Kurd weke xeta sêyemîn tevgeriyan û ne bi rejîmê re, ne jî bi ew aliyên ku xwe weke opozîsyona “serhildêr” didan xuyakirin re têkildar kirin. Di sala 2012an de, hêzên rejîmê ji gelek bajarên bakur vekişiyan û Kurd xwe bi rêxistinên xwe birêve birin. Ev weke Şoreşa 19ê Tîrmehê kete nava rûpelên dîrokê.
Bi şoreşê ve di aliyê siyasî de, zemîneke xurt li herêmê hebû. Partî û hêzên siyasî di nava tevgerê de bûn. Wê demê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê hebûn. Desteya Bilind a Kurdî ku çend rojan beriya şoreşê hatibû avakirin jî, bi erka koordînekirina di navbera hêzên siyasî yên li herêmê de radibû. Bi giştî tecrubeyeke dîrokî ya têkoşîna siyasî hebû.
Lê belê tiştê ku cara yekemîn dest pê kiriye ku dê bibûya nimûne jî, avakirina pergala Rêveberiya Xweser bû. Ev pergala ku xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo Kurdan û pêkhateyên herêmê bû cihê dilkêşiyê. Cara yekem bû ku dê gel di warê parastin, perwerde û birêxistinkirinê de xwe bi rê ve dibir.
Gava yekemîn bi avakirina Malên Gel (2012) li herêm, bajar, bajarok û gundên rizgarkirî hat avêtin. Gel bi avakirina pergaleke xweparastinê yekemîn gavên xwe avêt û komên biçûk ên parastinê ava kirin. Komîteyên parastinê yên komînan piştre veguherîn Hêzên Parastina Cewherî.
Di dawiya 2013an de pergala Rêveberiya Xweser hat damezirandin û Hevpeymana Civakî hat amadekirin. Di hevpeymanê de zimanên Kurdî, Erebî Û Suryanî wek zimanên fermî hatin qebûlkirin. Li gorî hevpeymana civakî, pergala Rêveberiya Xweser li ser 3 stûnan; Meclisa Zagonsaz, Meclisa Rêveber û Dadgeha Bilind hat damezirandin.
Piştî wê, li gorî hevpeymana civakî herêm dabeşî kantonan hat kirin û Meclisa Zagonsaz a kantona Cizîrê hat avakirin. Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya ku bi awayekî fermî di 21ê Çileya 2014an de hat ragihandin, hat avakirin. Li kantonên Kobanê û Efrînê jî di 27 û 29ê Çileyê de heman gav hatin avêtin.
Di 2016an de Koordînasyona Rêveberiya Xweser a her sê kantonan veguherî Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûrî. Di heman salê de Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê di meha Adarê de li ser pergala hevserokatiyê di deste, daîre û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser de erê kir. Meclisê her wiha li ser bilindkirina rêjeya temsîliyeta jinan ji sedî 40 bo ji sedî 50, erê kir.
Piştî 2015an herêmên Rêveberiya Xweser hatin berfirehkirin, herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Girê Spî û Minbic ji komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk hatin rizgarkirin, vê yekê rêveberî gaveke din bi pêş ve bir. Piştî van geşedanan di 6ê Îlona 2018an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hat ragihandin.
Êrişên dijî şoreşê û destkeftiyên wê
Bi pêketina çirûska şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûrî re, hêzên dijber xwe lê negirtin û di aliyên siyasî, fikrî, leşkerî, çandî û aborî de Ii dijî şoreşê û destkeftiyên wê êriş pêk anîn. Piştî ragihandina şoreşê bi demeke kurt, bi taybetî di navbera salên 2012 û 2018an de, ji Efrînê ya li rojava heta Dêrikê ya li rojhilat, li dijî piraniya herêmê Rêveberiya Xweser êriş ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin kirin.
Di dawiya 2012an de, dewleta Tirk di sînorê xwe re komên çeteyan derbasî bajarê Serêkaniyê kirin. Di 2013an jî komên çeteyan bi piştgiriya artêşa Tirk li ser hev êrişî kantona Efrînê kir û hewl da herêmê dagir bikin.
Di Hezîrana 2014an de li Urdinê civînek hate lidarxistin û PDK, dewleta Tirk û aliyên navneteweyî beşdar bûn. Piştî civînê, DAIŞ hat damezirandin. Çend roj piştî wê jî artêşa Iraqê bêyî ku li ber xwe bide û guleyekê jî biteqîne hemû çekên xwe yên giran û sivik hiştin û bajarê Mûsilê radestî çeteyan kir.
Çeteyên DAIŞê bi wan çekan di 3yê Tebaxa 2014an de êrişî Şengalê kir. Bi hezaran xelkê Şengalê qetil kirin, tecawizî jinan kir û ew revandin. Beriya ku çete êriş bikin çekdarên PDKê û artêşa Iraqê ji herêmê reviyan.
Di 15ê Îlona 2014an de çeteyên DAIŞê berê xwe dan Kobanê ku têkoşîn û berxwedana şervanên Kurd têk bibin. Berxwedana ku 134 rojan li Kobanê hate raberkirin li cîhanê deng veda. Li tevahî cîhanê piştgiriyek xurt çêbû û berxwedana Kobanê bi serkeftina li dijî çeteyên DAIŞê tacîdar bû. Piştî wê di 10ê Cotmeha 2015an de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hate damezirandin û bû hêza tevahî sûriyeyiyan. HSDê di nava xwe de ciwanên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Çeçen, Tirkmen û Çerkes hembêz kirin û operasyonên rizgarkirinê dan destpêkirin.
Di 2016an de ango piştî têkbirina çeteyên DAIŞê li Minbicê (15ê Tebaxa 2016an), dewleta Tirk di 24ê Tebaxê de ji Babê dest bi dagirkirina herêmên Sûrî kirin. Dema ku HSDê berê şervanên xwe da rizgarkirina bajarên Tebqa û Reqayê (2017an) dewleta Tirk yekem car êrişa hewayî li dijî herêmê pêk anî û di 25ê Nîsana 2017an de Qereçox bombebaran kir.
Piştî têkbirina çeteyên DAIŞê li Reqayê (20ê Cotmeh 2017an), Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê vekişandin. Dewleta Tirk di 20ê Çileya 2018an de li dijî Efrîn êriş da destpêkirin. Efrîn piştî berxwedaneke 58 rojan dom kir, di 18ê Adara 2018an de hat dagirkirin.
Di 9ê Cotmeha 2019an de, hemwextî salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregehên xwe, artêşa Tirk êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Êriş bi dagirkirina her du bajaran dewam kirin.
Êriş ne tenê leşkerî bûn, di heman demê de deriyên sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ku di dema serweriya çeteyên DAIŞê de vekirî bûn, piştî dargirkirina herêmê hatin girtin. Paşî deriyên din jî hatin girtin û Rojava bi ambargoyeke nebinavkirî re rû bi rû hiştin.

Hewldana tinekirina Kurdan bi destê HTŞê
Ligel ewqas êriş û hewldanên dagirkirinê herêma Rojava heta sala 2026an weke herêmeke mînak ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê li ber xwe da. Piştî sala 2024an ku rejîma Sûrî bi biryareke navneteweyî ji hêla HTŞê ve hate xistin û serweriya Colanî dest pê kir, herêma Rojava careke din bû mijara nîqaşê. Bi taybet dewleta Tirk ji bo ku Rojava bêstatu bimîne tişta ji destê wê hat kir. Ji bo Sûriyeyek demokratîk, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, aliyê Kurd gelek hewldan pêk anîn. Di encamê de 10ê Adara 2025an di navbera HSDê û hikumeta demkî a Sûrî de peymaneke berfireh hate îmzekirin. Her çiqas ev peyman ne bi dilê Tirkiyê be jî ji ber garantoriya hêzên navdewletî peyman dê bihata cibicîkirin.
Lê belê hewldanên Tirkiyê encam girt û HTŞ ji bo peymanê bi cîh neyne hinceta peyda kir. Piştî ku rêkeftinek di navbera HTŞ û Îsraîlê de li Parîsê di bin çavdêriya Amerîkayê de pêk hat, deriyê êrişkirinê jî ji bo çeteyan hate vekirin. Di encamê de roja 6ê Çileyê li Helebê li dijî taxên Kurdan; Şêx Maqsûd û Eşrefiyê êrişeke giran dest pê kir. Di encama êrişê de gelek şervanên asayişa taxan jiyana xwe ji dest dan û her du tax ketin destê çeteyên HTŞê.
Berxwedana serdemê
Piştî Helebê êriş ne rawestiyan û ber bi herêmên din yên Bakur Rojhilatê Surî ve berdewam kir. HSD xwe ji Reqa û Dêrazorê vekişand û hêzên xwe anîn rojhilatê Firatê. Lê êriş berdewam kirin. Di encamê de biryara berxwedanê hate girtin û hêzên HSDê êrişên çeteyan li ber deriyên ku ji Rojava re vedibin dane sekinandin. Her wiha Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand.
Her wiha li çar perçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê Kurd rabûn ser pêyan. Çalakiyên gelek xurt hatin kirin. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê ev car gel bi awayekî raperînê rabû ser pêya û êrişan protesto kirin. Piştî berxwedana şervanên HSDê û têkoşîna gel hêzên navdewletî bi paşde gav avêtin. HTŞ jî mecbur ma ku peymaneke nû ku destkeftiyên Kurdan dibarêze îmze bike.
Helbet ev deskeftî bi saya têkoşîn û berxwedanê bû. Cara yekem e ku Kurd bi hêzên hegemon gav paşde dan avêtin. Lê belê ya esasî ewbû ku Kurdên Sûrî, ango herêma Rojava ji bo statuya xwe gavek girîng avêt.
Di encamê de mirov dikare bêje; weke di dosyeya me de jî xuya dike Kurd qewmekî eslî yê di nava Sûrî de ne û bi hezarê salan e li vir dijîn. Di 50 salên dawî ya têkoşînê de û bi taybet 15 salên şoreşê de dane xuyakirin ku ew xwediyê vê welatî ne.
Weke di tecrubeya Rojava de jî xuya dike, mirov dikare bêje ku di vê sedsalê de Kurd êdî bêstatuyê qebûl nakin. Ji bo vê yekê hewldanên wan bi xurtî berdewam dikin. Destkeftiyên Rojava nîşaneya vê yekê ye.













