Baba Şêx Elî Şêx Elyas diyar kir ku ew bi fikareke mezin rewşa li Rojavayê dişopînin û bang li civaka navnetreweyî kir ku li pêşberî Rojava berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û mirovî bi cih bînin.
Êrişên çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava, ji çar aliyên cîhanê dibe sedema nerazîbûnên hemû beşên civakê. Baba Şêx Elî Şêx Elyas ê Êzidiyan, têkildarî êrişê peyamek weşand. Di peyama xwe de Baba Şêx Elî Şêx Elyas ev tişt gotin: “Em bi fikarek mezin pêşketinên leşkerî ya berdewam dike dişopînin. Daxwaza ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, Vatîkan, Fransa, Brîtanya û hemû welatên bi bandor, her wiha rêxistinên navdewletî dikim ku berpirsyartiyên xwe yên qanûnî, exlaqî û mirovî bi cih bînin. Tedbîrên bilez û cidî ji bo pêşîlêgirtina dijminahiyan bigrin. Pêwîst e sivîl werin parastin. Pîvanên qanûnên navdewletî û qanûnên mafên mirovan bila werin bicihanîn.”
Di berdewama peyamê de hat gotin ku divê tevahî pêkhate û baweriyên li herêmê, bi taybetî jî Êzidî, Mesîhî û Kurdên Misilman werin parastin.













