Enqere – Aktivîstê Galîçyayê Mîguel Paz ku li dijî serdestiya Îspanyayê ji bo mafên Galîçyayê têdikoşe bi lêv kir ku ew têkoşîna gelê Kurd jî ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Em bi gelên bindest re di nava piştgiriyê de ne. Taybet jî ji bo mafên xwe bi dest bixin û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin em li rex gelê Kurdistanê ne.”
Endamê Sendikaya Mamosteyên Îspanyayê Mîguel Paz bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê hate Enqereyê wekî axaftvan tev li 3yemîn Sempozyûma Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ku ji aliyê Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ve hate lidarxistin, bû. Mîguel Paz ji Galîçyayê ye. Yek jî aktivîstên Galîçyayê ku li dijî metîngeriya Îspanyayê ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşe ye. Mîguel Paz, di sempozyomê de li ser tecrubeyên Galîçyayê axivî û diyar kir ku ji ber zextên dewleta Îspanyayê zimanê wan bi tunebûnê re rû bi rû ye û qala têkoşîna ji bo ziman didin kir.
Li dijî zextên Îspanyayê têdikoşin
Galiçya jî weke Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e û ji aliyê metîngeran ve gelek caran hatiyê dagirkirin. Galiçya herêmeke xweser a girêdayî Îspanyayê ye. Galîçya xwedî çandeke kevnar a Keltan e. Gelê Galîçyayê jî li dijî metîngeriya Îspanyayê bi salane têdikoşe. Piştî têkoşînê û têkçûyina desthilatê Îspanyayê Franco Galiçya jî di sala 1981an de weke herêmeke xweser hate qebûl kirin. Lê her çiqas herêmeke xweser be jî giredayî Îspanya ye û zextên dewleta Îspanyayê li ser gelê Galîçyayê berdewam dike. Zimanê Galîçyayê jî di dibîstanan de qedexe ye û sazî, dezgeh û partiyên daxwaza mafê Galîçyayê dikin bi kêm derfetan perwerdehiyê didin. Partî û saziyên Galîçyayê têkoşîna mafê Galîçyayê dikin û daxwaza konfederalîzm û serxwebûnê dikin.
‘Dixwazin hemû gelên bindest mafên xwe bi destbixînin’
Mamoste û aktivîstê Galîçyayê Mîguel Paz jî taybet ji bo parastina zimanê zikmakî yê Galîçyayê têdikoşê. Mîguel Paz ku ji Ajansa Welat (AW) re axivî diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên xwe li rex gelê Kurdistanê ne. Mîguel Paz bi lêv kir ku ew dixwazin hemû gelên bindest ku weke wan têdikoşin mafên xwe bi destbixînin û wiha axivî: “Li ser erdnîgariya dinyayê daxwaza me jî ew e ku mafê hemû gelên bindest bê dayîn. Gelên bindest ji bo mafên xwe têdikoşin. Neteweyên Yekbûyî dibêje divê her netew pêşeroja xwe bixwe diyar bike. Divê ew maf ji bo hemû gelan bê nasîn û gelên bindest bikarin pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Gelê Kurd jî bi sed sala ne ji bo mafên xwe têdikoşê. Em bi gelê Kurd re di nava piştgiriyê de ne û dixwazin gelê Kurd bigihije mafê xwe. Weke gelê Galîçyayê ku di bin metîngariya Îspanyayê de dijîn em her tim bi gelên bindest re di nava piştgiriyê de ne.”
‘Em li rex gelê Kurdistanê ne’
Mîguel Paz diyar kir ku ew têkoşîna gelê Kurd a ji bo bi destxistina mafên xwe dişopînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî ji dûr vê têkoşîna gelê Kurd dişopînin û haydar in. Helbet hinek têgeheştinên me ji aliyê medyaya serdest vê çê dibe û ew jî nahêle em agahiyên rast werbigrin. Ji bo wê jî divê rasterast em çavkaniyên çapemeniya Kurd bişopînin û rewşê ji çavkaniyan bi xwe hîn bibin. Li gorî têgeheştinên me gelê Kurd bi salane têkoşîneke mezin ji bo bidestxistina mafên xwe dide. Bi hezaran girtiyên Kurd ên ji bo mafê xwe têkoşiyane di zindanan de ne. Mixabin em derbarê pêvajoya hatiyê destpêkirin de pir haydar nînin. Lê dixwazin di pêvajoyê de gelê Kurd jî bigihije mafê xwe. Gelê Kurd çi dixwazê divê biryara wê jî gelê Kurd bi xwe bide. Em bi gelên bindest re di nava piştgiriyê de ne. Taybet jî ji bo mafên xwe bi dest bixin û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin em li rex gelê Kurdistanê ne.”
‘Divê gelên bindest bi hevdu re di nava piştgiriyê de bin’
Di dawiya axaftina xwe de Mîguel Paz bal kişand ser êrişên li ser Rojava û wiha pê dê çû: “Li dijî êrişên li ser Rojava gelê Kurd li her derê daket qadan û dest bi xwepêşendanan kir. Weke sendika me jî piştgiriya van xwepêşandanan kir û tevlî çalakiyan bûn. Li dijî bêdadiyê piştgiriya bindestan bi hev du re, piştgiriya çîna karkeran bi hev du re girîng e. Helbet tiştên gelê Kurd jiyan bêdadiyek mezin bû. Ji bo wê em civînên bi vî rengî pir bi wate dibînin. Gelê Xazeyê, gelê Rojava û gelên bindest ku rastî êrişan tên bi saya van civînan hev du dibînin û dikevin nava piştgiriyê. Ji ber ku zext û bindestiya li ser me hatiye ferzkirin ji aliyê sermayeya navneteweyî ve tê kirin. Yên ku dixwazin Galiçya û Katalonyayê tune bikin jî ew kes in. Heman bûrjûvazî li dijî hemû gelên bindest van zextan dike. Ji bo wê piştgiriya gelên bindest li dijî van bûrjûvayan girîng e.”












