Şaxa ÎHDa Amedê rapora xwe ya binpêkirina mafan ên di 6 mehên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin parve kir. Di raporê de hate gotin ku herî kêm hezar û 820 binpêkirinên mafan qewimîne.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirina mafan ên di nava 6 mehan de li bajarên bakurê Kurdistanê qewimîne, parve kir. Rapor bi civîneke çapemeniyê li avahiya komeleyê hate eşkerekirin. Beşa nirxandinê ya raporê ji hêla Rêvebera Navenda ÎHDê Rumeysa Denîz Kaya ve hate xwendin.
Rumeysa Denîz Kaya diyar kir ku pêvajoya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê dest pê kirî, ji bo aştiyeke mayinde û birûmet û ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovan ên li bakurê Kurdistanê ku êdî kronîk bûne firsendeke. Rumeysa Denîz Kaya axaftina xwe wiha domand: “Zêdetirî 100 sal in pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û vê jî rê li ber binpêkirinên mafan ên giran vekiriye. Çareseriyeke rasteqîn, bi derxistina heqîqetê, bi avakirina baweriya civakê, bi hevrûbûna bi rabûrdiyê re, bi guherîn û veguherîna hiqûqî û siyasî ya li ser bingeha hemwelatiya wekhev pêkan e.Tecrûbeyên berê nîşan didin ku aştî ne tenê li ser maseyê, bi tevlibûna civakê û bi hevrûbûnê pêkane . Lewma girîng e ku xebatên ji bo aştiyê bi gavên aşkerayî û jidil bên kirin.”
Rumeysa Denîz Kaya got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê mekanîzmayên piranîparêz, şefaf û ji venêrîna civakê re vekirî bên avakirin û ev yek anîn ziman: “Ji bo Abdullah Ocalan bi awayekî çalak tev li mizakereyan bibe, divê mafê wî yê pêwendîdanîna biewle were cîbicîkirin, bikare bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re bi rêk û pêk hevdîtinan bike û mercên wî yên fîzîkî li gorî hiqûqa navneteweyî bin. Divê ne tenê aliyên şer lê hemû derdorên civakê tev li pêvajoyê bibin. Destûreke bingehîn a avaker, bi rêbazên pranîparêz ku xwe dispêrên beşdariya civakê dikare rewa bibe. Destûra bingehîn divê bikare ji daxwazên civakê re bibe bersiv. Divê mafên zimanê dayikê, hemwelatiya wekhev û çandê yên gelê Kurd bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Her wiha divê TMK were rakirin û yasayên li gorî normên hiqûqa mirovahiyê bên çêkirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin ku ev yek dê rewatiya pêvajoyê xurt bike. Divê rejîma înfazê ya girtiyên siyasî li goî normên navneteweyî bin û bikarin mafê xwe bi kar bînin.”
Rumeysa Denîz Kaya bi lêv kir ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li bajarên Kurdistanê didomin. Rumeysa Denîz Kaya got ku weke ÎHDê ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji vir şûnde jî hemû binpêkirinan bikin belge û parve bikin.
Piştre jî daneyên di raporê de ji hêla Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli ve hate xwendin.
Binpêkirin wiha ne:
Binpêkirinên mafên jiyanê
“* Li bajarên herêmê ji ber sedemên ‘kuştina bi keyfî, bikaranîna çek û hêza newekhev û guhnedana hişyariya raweste’ welatiyek jiyana xwe ji dest da.
* Li girtîgehên herêmê girtiyek ji ber nexweşiyê, 3 girtî jî bi îdîaya întîxar kirine jiyana xwe ji dest dan. Di encama şaşî û xemsariyê de herî kêm 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 18 welatî jî bi awayên cuda birîndar bûn Li bajarên heremî hêzek qanûnî bi gumanbarî ji ber întîxarê jiyana xwe ji dest da.
* Li bajarên herêmê herî kêm endamek partiya siyasî, bijîşkek û 3 xebatkarên tenduristiyê rastî êrîşê hatin, di encamê de herî kêm mamosteyek û rêveberekî herêmî ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan. Li bajarên herêmî û pevçûnên li ser sînor, herî kêm 7 wezîfedarên hiqûqê û herî kêm 16 milîtanên çekdar jiyana xwe ji dest dan.
* Li bajarên herêmê 10 jê zarok, 23 jin û 9 mêr herî kêm 42 welatî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Binpêkirinên dema şer
* Li 4 bajarên herêmê û navçeyên ser sînor bi sedan qadan 14 caran wek herêmên ewlehiya taybet hatin ragihandin.
* Herî kêm cenazeye mîlîtanek rêxistinê teslîmî malbatê nehat kirin û cenazeyek jî ligel hewldanan dereng teslîmî malbatê hat kirin. Goristanên endamên rêxistinê herî kêm 3 caran rastî êrîşê hat.
* Li bajarên herêmê li ser îdiaya 2 gorên komî hene ji aliyê merciyên peywirdar û saziyên civaka sivîl lêkolîn hatin kirin.
Binpêkirinên mafên jinan
* Di encama tundiya nav malbatê herî kêm 18 jinan jiyana xwe ji dest dan û 3 jin jî birîndar bûn.
* Di encama êrîşan de 6 jinan jiyana xwe ji dest dan û 2 jin jî birîndar bûn. Herî kêm li hemberî 2 jinan êrîşa zayendî pêk hat û zext li 4 jinan hat kirin ku fihûşê bikin.
Binpêkirinên mafên zarokan
* Li bajarên herêmê herî kêm zarokek hewldana întîxarê kir. Li herêmê herî kêm zarokek jî rastî şîdeta nava malê hatin û herî kêm 9 zarok bûn mexdûrên îstîsmara zayendî.
* Di encama şîdeta li qada civakî de herî kêm 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 zarok jî birîndar bûn. Di qada civakî de herî kêm 27 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û zext li 2 zarokan hat kirin ku fihûşê bikin.
Binpêkirinên bi rêya îşkenceyê
* Li herêmê herî kêm 6 welatî hatin binçavkirin û 257 welatî jî rastî îşkenceyê hatin û her wiha li girtîgehan jî herî kêm 18 girtî rastî îşkenceyê hatin.
* Herî kêm 4 welatî rastî zexta sîxurtiyê hatin û gef li rojnamegerekî hat xwarin.
Binpêkirinên azadiya şexsî û ewlehiyê
* Li bajarên herêmê herî kêm yek jê zarok 518 welatî hatin binçavkirin. 5 jê zarok herî kêm 62 welatî hatin girtin. Der barê herî kêm 1 hemwelatî de biryara girtina malê hat dayîn. Li herêmê herî kêm 112 mal/kargeh rastî serdagirtinê hatin.
Binpêkirinên azadiya ramanê
* Li herêmê herî kêm 3 bername hatin qedexekirin. Biryara desteserkirina herî kêm 6 pirtûkan hat dayîn. Dadgehên li herêmê, -xwegihandinê herî kêm li 10 malperên nûçeyan qedexe kir. Di 40 dosyayên lêpirsînê de herî kêm der heqê 143 welatiyan de lêpirsîn hat vekirin.
* Di 13 dosyayên dozê de der heqê 45 welatiyan de doz hat vekirin. Di 32 dosyayan de ku siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de hene, cezayên cuda yên girtîgehê û pere li 65 welatiyan hate birîn. Herî kêm komeleyek û avahiyeke şaredariyê ya li herêmê rastî êrîş an jî serdagirtinê hatin.
Binpêkirinên azadiya xwepêşandanan
* Karmendên hiqûqê herî kêm mudaxaleyî 12 civîn û xwepêşandanan kirin. Walîtiyan herî kêm civînek û xwepêşandanek betal kirin. Li 5 bajarên herêmê walîtiyê herî kêm 6 caran qedexeya civîn û meşên xwepêşandanan ku çend rojan berdewam kir da.
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan
* Di girtîgehan de 12 girtî bêyî hincet an jî hincetên cuda sewqî girtîgehên din hatin kirin. Mafên tenduristiyê yên herî kêm 8 girtiyan, mafên ragihandinê yên herî kêm 2 girtiyan û mafên aktîvîteyên civakî yên herî kêm 3 girtiyan hatin binpêkirin.
* Herî kêm 3 girtî rastî lêpirsînê hatin û herî kêm 2 girtî rastî cezayê dîsîplînê hatin. Înfaza herî kêm 10 girtiyan bi sedemên cuda hat taloqkirin (nehatina li ber desteyê, cezayê dîsîplînê, ne nîşandana poşmaniyê, ne beşdarbûna merasîman di rojên olî û neteweyî de).
Binpêkirinên mafên civakî û aboriyê
* Di şert û mercên ne ewle yên kar de ku ewlehiya kar nayê girtin, 3 jê zarok herî kêm 49 karker jiyana xwe ji dest dan, 3 jê zarok 12 karker birîndar bûn. Herî kêm 139 karker ji kar hatin derxistin û herî kêm li dijî kesek lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.
Cihêkarî
* Ji ber baweriya xwe ya olî herî kêm kesek bi êrişê re rûbirû maye; Di 2 bûyeran de herî kêm ekîbên sporê ji ber neteweya xwe rastî êrişê hatin.
* Li 3 şaredariyên herêmê qayim hat tayînkirin.
* Li herêmê herî kêm mafê 2 welatiyan ê tenduristiyê hat binpêkirin.
* Li herêmê herî kêm 10 şewatên daristanan, lêkolîna madenê û birîna daran pêk hat.
* Li gorî vê yekê, li herêmê herî kêm 1820 binpêkirinên mafên mirovan hatin tespîtkirin.”