Artêşa rejîma Îranê Amerîka û Îsraîlê hişyar kir ku ew dê êriş bibe ser hemû zanîngehên wan yên li heremê.
Artêşa Pasdarên Şoreşa Rejîma Îranê piştî bombebarankirina zanîngeheke li Tehranê bi daxuyaniyekê Amerîka û Îsraîlê hişyar kir. Di hişyariyê de ragihand ku hemû zanîngehên her du welatan yên li rojavayê Asyayê, di çarçoveya bersiva bombebaranên di ser zanîngeheke Tehranê de dê bibin hedefa êrişên wan.
Li gor daxuyaniyê Amerîka û Îsraîlê bi hêzên hewayî êrişê Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê ya li Tehranê kirine û Îran ji bo vê dibêje ku Amerîka û Îsraîlê bi van êrişan xeta sor derbas kirine û vê gefê li Amerîka û Îsraîlê dixwe. Rejîma Îranê ev gef xwariye: “Ji niha û pê de wek tolhildan, heta ku zanîngehên wan bi temamî neyên rûxandin, hemû zanîngehên Îsraîl û Amerîkayê yên li herêmê ji bo êrişên me hedefên serekene.”
Her wiha Pasdaran daxwaz ji mamoste, karmend û xwendekarên wan zanîngehan û niştecihên derdora wan kir ku kîlometreyekê ji wan navendan dûr bikevin da ku xesareke canî bi ser wan de neyê.
Îranê li gor saeta Tehranê heta saet 12:00ê 30yê Adara 2026an dem daye Koşka Spî ji bo ku bi fermî bombebarankirina zanîngehên Îranê şermezar bike û rê li ber êrişên zêdetir yên bi ser zanîngehan de bigire, ger Koşka Spî li gor vê helwest diyar neke gefên hatin xwarin dê werin bicihanîn.
Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de Amerîka û Îsraîlê bi hinceta ku hêzên leşkerî yên Îranê li wan zanîngehan xwe veşartine an jî moşekên xwe ji wir ber bi Îsraîl û welatên herêmê ve dişînin, gelek zanîngehên li bajarên Îranê bombebaran kirine.













