KNKê bang li her kesî kir ku xwedî li biryara seferberiya giştî ya neteweyî ya Rêveberiya Xweser derkevin û li rex hêzên xwe yên leşkerî bisekinin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê civiya û daxuyaniyekî nivîskî da. KNKê diyar kir ku ew biryara Reveberiya xweser ya seferberya giştî di cîh de dibînin û wiha got, “KNK bi hemû hêza xwe piştgiriya biryara Seferberiya Giştî ya Neteweyî ji bo destkeftiyên rojavayê Kurdistanê radighîne û bang li hemû partî, rêxistin, saziyên civakî û gelên Kurdistanê li nav welat û li diasporayê dike da ku bi xurtî tevlî seferberiya niştimanî ya giştî bibin.”
Gelê Kurd dê destkeftiyan biparêze
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd di tekoşîna azadî û rizgariyê de bedelên mezin daye û bawerî bi îradeye xwe aniye û wiha hate gotin: “Siyaseta navdewletî careke din bes li gor berjewendiyên xwe tevgeriya û erka xwe ya exlaqî û mirovî li hemberî Kurdan bicîh neanî. Gelê Kurdistanê xwedan wê biryar û îradêye ye ku ku tekoşîna azadî û rizgariyê bidomîne.”
‘Êriş bi pêşengiya Tirkiyê tên kirin’
KNKê ragihand ku êriş bi pêşengiya Tirkiyê tên meşandin û ev tişt hatin gotin: “Banga me ji bo hemû gelên Kurdistanê û kesên xwedî wijdan ew e ku li hebûna xwe xwedî derkevin çi ji destê we tê bikin. Roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye. Roj roja xwedî derketina rûmeta Kurd û Kurdistanê ye.”













