• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 21ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

    Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

    Erkan Baş: Em aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiya rast weke şertekê dibînin

    Erkan Baş: Em aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiya rast weke şertekê dibînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    Navnîşana qedexeyan: Stenbol

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 21ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

    Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

    Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

    Erkan Baş: Em aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiya rast weke şertekê dibînin

    Erkan Baş: Em aştiyeke mayinde ji bo azadî û demokrasiya rast weke şertekê dibînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Kurdî re statu

Navenda Nûçeyan / AW

9 HEZÎRAN 2025 - 13:30
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Olçen bi sernavê “Ji Kurdî re statu” gotarek girt dest û bal kişand ser girîngiya ziman. Ramazan Olçen da zanîn ku hebûn, çêbûn û xwebûn bi ziman dibe.

Rojnameger û nivîskarê Xwebûnê Ramazan Olçen, bi ser navê “Ji Kurdî re statu” gotarek girt dest û wiha nisî:  “Ji milê serheda jorîn ji ber tirba Exmedê Xanî yê gorbuhişt dengek bilind bû. Xerîdarên vî qumaşî li ber tirba şêxê delal ji daxwazên me gişan re berdevkî kirin. Dewa statuyê ji bo zarê şîrîn Kurdî kirin. Her civak xwe bi ziman îfade dike. Li vê derê îfadekirin tenê bi axaftinê nabe ku were bisînorkirin. Xweîfadekirin bi rêya ziman tê wateya di nava civakê de veguhestina çand, dîrok, dab û nêrît û exlaqê.  Kurdên ku zimanê neolîtîkê diyariyê mirovahiyê kirin, di sedsala bihorî de zimanê wan jî hat qedexekirin. Bi ziman re zext û tehdeyeke mezin û dijwar li nasname, çand, dîrok, dab û nêrît û exlaqê civakê hat kirin.”

Dêhna xwe bidinê heta wan çend salên dawîn jî axaftina bi Kurdî bi serê xwe têkoşîneke polîtîk bû. “Destnîşankirina helwestekê bû. Pê re diviya te her cure tehde jî bida berçavê xwe. Herçî li nav sînorên Komara Tirkiyê Kurd weke hebûneke ontolojîk jî nedihatin qebûlkirin. Kurd li gorî nêrîna fermî ya dewletê “Tirkên Çiyayî” bûn. Zimanê wan tine bû.”

Ramazan Olçen, da zanîn îro roj Kurd û Kurdî û Kurdistan bi hemû îhtîşama xwe vedigerîn ser hemd û hişê xwe û wiha cih da nivîsa xwe: “Vedigerin qada cemaveriyê, vedigerin dîrokê. Kurdên ku ji aliyê serdestan ve ji aliyê pergala bêrehm a cîhanî ve dihat xwestin ku ji dîrokê bên rakirin, bi ked, xwîn û xwêdanê vedigerin dîrokê. Dîroka xwe bi destê xwe dinivîsin. Zimanê xwe yê ku ji dema neolîtîkê heta roja îro anîne, îroroj dixwazin bi statuyekê biparêzin û pêş de bibin. Em baş pê dizanin ku civakeke ku nikaribe xwe bi zimanê xwe îfade bike, nikare li ser piyan bimîne. Nikare bibe xwedan nasname, çand û dîrok, nikare bibe xwedan huner, felsefe û polîtîka, nikare bibe xwedan statu. Ji ber wê jî berî her tiştî ji ziman re statu divê. Statu ji aliyê civakê tê çêkirin. Madem Kurd jî li Tirkiyê pêkhateyeke eslî ye, hingê divê bi gihîştina vê serwextiyê li her qadê doza zimanê xwe bike. Ji malê heta ber deriyê hikûmatê, dema me ev dehw û doz meşand, ez yeqîn dikim ku em ê bigihîjin armanca xwe. Ev bangeke ji bo redkirin, ji bo wêderkirinê nîn e.  Lê divê em ji bîr nekin, zimanên ji xeynî zimanê me kiras û îşlikên rojane ne em li xwe dikin, ew ne ruh û bedena me ne.”

Ramazan Olçen herî dawî wiha nivîsî: “Ji milê serheda jorîn ji ber tirba Exmedê Xanî yê gorbuhişt dengek bilind bû. Xerîdarên vî qumaşî li ber tirba şêxê delal ji daxwazên me gişan re berdevkî kirin. Dewa statuyê ji bo zarê şîrîn Kurdî kirin. Em jî heman daxwazê dikin. Ji bo ev ked, xwîn û xwedan badilhewa neçe, ji bo em paşerojê bi serfirazî û serbilindî pêşwazî bikin, dive em bi zimanê xwe hebin. Hebûn, çêbûn û xwebûna me bi zimanê me dibe. Em li benda sibê jî nemînin bi zimanê xwe bijîn ku em her hebin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Netanyahû amadekariya operasyona li dijî Îranê dike

Netanyahû amadekariya operasyona li dijî Îranê dike

21 KANÛN 2025
Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

Rojnameya Xwebûn 6 sal li pey xwe hişt

21 KANÛN 2025
Navnîşana qedexeyan: Stenbol

Navnîşana qedexeyan: Stenbol

21 KANÛN 2025
ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 21ê KANÛNA 2025an

21 KANÛN 2025
Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

Şeva Yeldayê li Wanê hat pîrozkirin

20 KANÛN 2025
Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

Li Cizîrê mamosteyê tacîzkar hat girtin

20 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (394)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne