• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

    Dayîka Omer Hayrî Konarî Zeynep Konar cuya xo vîndî kerd

    Cenazeyê Zeynep Konar hate veşartin

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Newroza 2011an çend spot

Navenda Nûçeyan /AW

10 ADAR 2025 - 08:15
Kategorî: ROJANE
A A
Her sal Newroz li Kurdistanê bi coş û girseyî tê pîrozkirin. Lê dema hewldanên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di rojevê de tevlebûn û coş zêdetir e. Dema em berê xwe bidin Newroza 2011an a çend bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê em dibînin ku coş û tevlêbûn di asta jor de ye.

Kurd bi taybetî piştî Tevgera Azadiyê wayetek pîroz û berxwedanê li Newrozê bar dikin. Kurd Newrozê ji bo xwe destpêka saleke nû û geşkirina berxwedanê digirin dest. Piştî salên 1990î û şûnde êdî li gund, navçe û bajarên Kurdistanê Newroz bi berxwedanê û bedelên giran hatiye pîroz kirin. Kurdan li ruxmê qedexeyan jî dîsa ji bo Newrozê pîroz bikin girtin û kuştin dane pêş çavênn xwe û li qadan agire Newrozê geş kirine. Tariya şevê bi agirê Newrozê ronî kirine. Bêdengî bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” xera kirine. Niha Newroz li 89 navendan bi girseyî û coş tê pîrozkirin. Bi taybetî piştî qedexe hatin rakirin û hewldanên diyalog û çareseriyê dest pê kir, coş û girseya Newrozê gelek zêde bû. Dema em li dîmenên sala 2011an binerin coş û girseya Newrozê vî ruhê Newrozê raberî me dike.

* Li Parka Newrozê ya Amedê ku milyonek kes gihişt hev, kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane daxwazên xwe anîn ziman. Di Newrozê de dîmenên rengîn derketin pêş. Di Newroza Amedê ku ji 7 salî heta 70 salî her kesî cilên neteweyî li xwe kir de wekî lehiyê herikîn qada Newrozê.

*Li Qoserê di meşa ku piştî Newroza 21ê Adara 2011an de tevlibûna bi nêzî 100 hezar kesî hate lidarxistin de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azadî hate xwestin.


* Li navçeya Silopiyê piştî pîrozbahiya Newrozê ya zêdetirî 50 hezar kes beşdar bûn, bi deh hezar kes ber bi Konê Çareseriya Demokratîk ve dest bi meşa “Azadiyê” kir. Li Sêrtê jî pîştî pîrozbahiyê bi deh hezaran kes meşiyan.

*Li Wanê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya nêzî milyonek kes pêk hat. Di pîrozbahiya ku her der bi rengê kesk, sor û zer xemilî Hozan Comert bi stranên xwe girse coşand û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer axaftin kirin. Piştî axaftina Uçer, bi deh hezaran kes ji ber Keleha Wanê ber bi Konê Çareseriya Demokratîk ku 7 kîlometre dûrî qada pîrozbahiyê ye ve meşiyan.

*Di pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê de bi sed hezaran kesan coşa cejnê tam kir. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî ji sedî 60’ê qadê tijî kirin. Qada Kazliçeşmeyê têra kesên ku hatin pîrozbahiyê nekir. Di qada ku têra beşdaran nekir de dem bi dem henekên weke “ev qad têra me nake divê ji bo Newrozê qadeke din bê dîtin” hate kirin.

* 70 hezar kesên tevlî pîrzobahiya Newroza Îzmîrê bûn, bi slogana “şehîd namirin” li dengê Rahşan Demîrel a ku di Newroza sala 1992’yan de li Kadîfekaleyê bedena xwe dabû ber agir, kir.

* Li navçeya Geverê ya Colemêrgê komunên ku li 21 gundan hatiye avakirin li gundê Dileziyê agirê Newrozê pê xistin û li dora agir hatin cem hev.

* Li Edene, Mêrsîn, Osmaniye, Îskenderûn, Erzîn û Elbîstanê bi deh hezaran kes Newroz pîrozkir. Bi deh hezaran kesan li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê banga Yekitiya hêza dêmokratîk kir.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

Rêya navbera herêma Cizîrê û Helebê tê vekirin

10 ADAR 2026
Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

Xwendekarên YYUyê Roja Cil û Bergên Kurdî pîroz kir

10 ADAR 2026
Parlamentoya Tirkiyê bi rojeva şerê li Îranê civiya

Parlamentoya Tirkiyê bi rojeva şerê li Îranê civiya

10 ADAR 2026
Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

10 ADAR 2026
Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

10 ADAR 2026
Şaredariya Amedê ji bo zarokan ‘Sindoqa Çîrokan’ danî

Şaredariya Amedê ji bo zarokan ‘Sindoqa Çîrokan’ danî

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (389)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne