Li Stenbolê coş û kelecana pîrozbahiya Newrozê bi hemû heybetiya xwe didome. Wêneyên ku ji jor ve hatin hatin girtin, ezametî û beşdariya zêde ya pîrozbahiyê nîşan dide.
Li Stenbolê bi beşdariya sed hezaran kes pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Dirûşma Newrozê “Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e û her bihosta qadê tije bûye. Bi sed hezaran kes bi reng û deng û xemla xwe beşdarî pîrozbahiyê bûye. Wêneyên ku nûçegihanê me ji jor ve girtine, ezamet, beşdariya zêde û qelebalixiya bi heybet a Newrozê nîşan dide. Qad tije bûye û hema bêje cih lê nemaye. Di wêneyan de jî tê dîtin ku erd û esman bûye Newroz.
Ji kadraja nûçegihanê me Omer Demîr wêneyên ezamet û heybet ên Newroza Stenbolê wiha ne:















