Hunermend, hiqûqzan, rojnameger, atkîvîstên navneteweyî û Delegasyona Aştiya Di Kolektîfê De li dijî êrişên li ser Kobanê û Rojava bangek belav kirin û ji sazî û dezgehên navneteweyî hate xwestin ku tavilê mudaxileyî êrişên dagirkeriyê bê kirin.
Ji 100î zêdetir hunermend, hiqûqzan, rojnameger û aktîvîstên navneteweyî û Delegasyona Aştiya Di Kolektîfê De li dijî êrişên qirkirinê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Kobanê bangek hevpar ku îmze kirine, belav kirin. Ev aktîvîst û Kolektîfê bang kirin e, li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê dimînin.
Bang ango metn bi sernavê “Polîtîkayên Tirkiyeyê û êrişên HTŞê Kobanê bêceryan û bêav hiştiye” hate belavkirin.
Binpêkirina mafê jiyanê
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêç û bêavî û bêceryaniya li Kobanê bi awayekî eşkere li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên HTŞê yên li dijî Rojava rûxandinek giran bi xwe re aniye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êriş û dorpêça li ser Kobanê polîtîkayek bi zanebûn e ku xelkê dikin hedef. Di daxuyaniyê de Peymanên Cenevreyê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye îmze kirin e, hatin bibîrxistin.
Banga lezgîn li saziyên navneteweyî hate kirin
Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar hate kirin ku demildest bikevin tevgerê û tavilê mudaxileyî hewldanên dagirkirin û êrişên li dijî Kobanê bê kirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku saziyên navborî tavilê dest bi lêkolînê bikin û bêav û bêceryan hiştina Kobanê parçeyek ji êrişên li dijî Rojava ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku heke tavilê mudaxile li vê rewşê neyê kirin dê li Rojava encamên girantir ên mafên mirovan derkevin holê.
Kesên ku bangê îmze kirin e, ev in:
“Alexia Cinkilic, Aleksandra Kalisz, Arin Diren, Avesta Dilanar, Azat Baykara, Aylin Gökmen, Bahar Kocabey, Barış Balseçer, Barış Seyitvan, Berrin Shemdin, Berbang Hilat, Bêrîtan Yaşar, Can Abi, Cebrail Oruç, Ceren Yol, Deniz Örün, Didem Kris, Dijîn Felat, Duygu Earth, Ekin Tümer, Elîşêr Çiyayî, Elizabeth Seidel, Emine Kinis, Eser Örnek, Esra Gültekin, Esra Nesipoğulları, Ferda Duymaz, Ferhat Kartal, Gulistan Demirel, Gulistan Gültekin, Gulistan Yurtgül, Gülsün Demir, Halit Eke, Hatice Yaşar, Hayrullah Ercik, Helin Çelik, Heval Hêja, Hêlîn Aras, Hêlîn Karakuş, Hêvî Nimet Gatar, Hogir Ar, Hümeyra Acet, Hüseyin Polat, İdris Yetkin, Initiative Frieden und Hoffnung e.V., Iz Oztat, Jan Yekta, Jivan Güner, Johannes Päch, Jînda Kandemir, Kadîr Stêra, Karena Avedissian, Kewser Çeper, Lara Oluklu, Laura Peitzner, Mehmet Orhan, Mehmet Turan, Mehveş Öztürk, Meral Rakip, Mizgin Bilmen, Mother Tongue, Murat Encü, Muhammed Jafo, Nil Çiftçi, Nûşîn Özün, Ömer Aktaş, Özlem Evin, Özlem Tekin, Özlem Yılmaz, Rayel Collective, Revşen Kanat, Rojin Kılıçaslan, Roxana Safarabadi, Salman Ibrahim, Sara Kolektif, Sedat Özekinci, Serdar Mutlu,Ümit Doğan Serhat Yücekaya, Serhed Serhedî, Serpil Odabaşı, Siya Jandar, Sarya Nurcan Kaya, Şevval Su Ketmen, Şeyda Kurt, Süleyman Atalay, Talia Melda, Teatra Sarya Baran, Vivien Tauchmann, Wedat Ercan, Yar Mohammed Faqikhedr, Yasemin Canbaz, Yıldız Tar, Yunus Arslan, Zehra Kaçar, Zeynep Baran.”













