• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

    DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

    DEM Partiyê li Peyasê civîna gel li dar xist

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Alîkariya bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Li tesîsa parzûnkirina ava vexwarinê xebat didome

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo civîna xwe banga tevlibûnê kir

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    Vekişîna hêzên leşkerî temam bû: Asayişê peywir dewir girt

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Rihayê bang kirin: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were

Nvenda Nûçeyan / AW

31 TEBAX 2025 - 20:35
Kategorî: ROJANE
A A

Hevseroka DEM partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di mîtînga Rihayê de axivî û got, “Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Divê azadiya fîzîkî ji birêz Ocalan re were dayîn da ku di şert û mercên rehettir de bixebite.”

Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Riha Novada bi dirûşmeya “Ji bo Civaka Demokratîk Deng Bidin Aştiyê” mîtîngek li dar xist. Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata; Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) Ayfer Koçak; Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tuncer Bakirhan; parlamenterên Rihayê yên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan; Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî, rêxistinên civaka sivîl û bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn.

Bi hezaran kesan dirûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê Serok Jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di mîtîngê de axivî û diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û got, “Di 27ê Sibatê de di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêvajoyek nû dest pê kir. Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Divê azadiya fîzîkî ji birêz Ocalan re were dayîn da ku di şert û mercên rehettir de bixebite.”

Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata diyar kir ku îro her kes dê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bike û got, “Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û silavên xwe ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê re bişînin. Her kesê ku di bin zilmê de ye wateya Roja Aştiyê dizane. Ji Rihayê heta Îmraliyê, em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Werin em bi hev re bibêjin bijî aştî. Bila ji bo me hemûyan rojek pîroz be. Îşev, li vê meydanê, em ê hemû bibêjin aştî. Îro, 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê li vir wateyek nû digire. Ev erdnîgarî bi hewldanên me wateyek nû dide Roja Aştiyê ya Cîhanê.”

Mîting bi stranên Xêro Ebas gotin bi dawî bû.

Etîket: aştîAzadiMîtîngRiha
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

30 ÇILE 2026
Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

Dayikên Aştiyê: Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna azadî û demokrasiyê ye

28 ÇILE 2026
Li Êlihê 2 jê zarok 7 kes hatin girtin

Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

25 ÇILE 2026
Li Mexmûrê nobeta azadiya Ocalan didome

Li Mexmûrê nobeta azadiya Ocalan didome

25 ÇILE 2026
Li Rihayê ji bo Rojava li ser diwaran nivisîn

Li Rihayê ji bo Rojava li ser diwaran nivisîn

25 ÇILE 2026
OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (422)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne