Şaredariya Rêya Armûşê lîstika “Pêşniyaza Zewacê” ya Anton Çehov ku ji bo Kurdî hatiye wergerandin, da nîşandan.
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê bernameya şanoyê li darxist. Listika klasik a Anton Çehov “Pêşniyaza Zewacê” ku ji aliyê Gerinendetiya Çand û Karûbarên Civaki ya Şaredariya Rêya Armûsê ve hatiye amadekirin, li Şanoya Dewletê ya Wanê hate pêşkeşkirin. Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Ûzûnay, gelek xwendevan, endam û nûnerên sazî û partiyên siyasî tevî bernameyê bûn.
Lîstik, li ser têgeha tevlihev a zewacê ya serdemê disekie û rastiya zewacê radixe ber çavan. Anton Çehov aşkere dike ku karakter ji bo zewacê çiqas bêhêvî ne.
Anton Çehov kî ye?
Ew şanoger û kurteçîroknivîsê Rûsî ye. Di dîrokê de di warê kurteçîrokan de di nav nivîskarên herî baş de tê nasîn. Di jiyana xwe ya şanogeriyê de, wî çar berhemên klasîk çêkirine û kurteçîrokên wî yên herî baş ji hêla nivîskar û rexnegiran ve nirxandinên erênî wergirtine. Şanoyên wî yên navdar ev in ; Xalê Vanya, Baxçeyê Vişneyan, Sê Xwişk û Pêşniyaza Zewacê ne.














