Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê cara diduyê pêşbirka helbestan li dardixe.
Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê pêşbirka helbestan li dardixe. Pêşbirk dê îsal ji bo rûmet û rêzgirtina 50 salîya nivîskarîya Berken Bereh jî silavek be. Serlêdana pêşbirkê ji 10ê Adarê destpêkiriye û heta 22ê Nîsanê didome. Di jûrîya pêşbirkê de helbestvan Fatma Savcî, Yehya Omerî, Nûroj Mûnzûr û Elîxan Loran cih digirin.
Şert û mercên pêşbirkê:
Pêşbirk bi zimanê kurdî (kurmancî) ye
Her kes dikare beşdar bibe
Pêwîste helbest berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbe û nehatibe weşandin
Mafê sendîkayê heye ku helbestan wekî pirtûk çap bike
Her namzet dema helbestên xwe bişînin ji navnîşana batmanegitimsen.org.tr re divê van agahîyan jî bê kêmasî bidin; kurtejiyan, navnîşan, jimareya tlf.a xwe û nav û paşnav.
Herwiha xelatên pêşbirkê jî ev in:
Yekem- 10.000 tl
Duyem- 7.500 tl
Sêyem- 5.000 tl