Sibê di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de, ji Silêmaniyê karwanek gel wê sibe berê xwe bide rojavayê Kurdistanê.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li başûrê Kurdistanê ragihand ku şervan û gelê Rojava biryara berxwedanê dane, wek Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê divê yekdengî û yekrêziya xwe nîşan bidin û beşdarî seferberiya giştî bibin.
Hate ragihandin ku di çarçoveya beşdarbûna seferberiya giştî de, wê karwanê yekem yê gel sibe li ber Hola Tewar ya bajarê Silêmaniyê saet 07:00an de kom bibe û berê xwe bide rojavayê Kurdistanê.













