TJAyê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêşidet ve”deklarasyona 25ê Mijdarê eşkere kir. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku şer jiyanê tine dike û şer mêraniyê rewa dike û aştiyê ne tenê wekî bêdengbûna çekan, lê belê wekî dawîhatina hemû şêweyên şidetê dibînin û wiha hat gotin: “Aştî tê wateya jiyaneke wisa ku tê de jin nayên kuştin, nasnameyên wan nayên înkarkirin, bedenên wan nabin qada şer.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêşidet ve” deklarasyona 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan eşkere kir. Ji bo deklarasyonê li ber DÎKASÛMê ya li Sumer Parka navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî hate dayîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Aktîvîstên TJAyê û Dayikên Aştiyê tev li daxuyaniyê bûn. TJAyê bi eşkerekirina deklarasyonê dest bi çalakiyên 25ê Mijdarê dike.
Deklarasyon bi Kurdî aktîvîsta TJAyê Hatîce Oncu xwend û bi Tirkî jî aktîvîsta TJAyê Xezal Kaydu xwend.
Deklarasyona TJAyê bi vî rengî ye:
“Em 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinan a ku bi bîranîn û têkoşîna Xwişkên Mirabel ên di sala 1960an de li Domînîkê dema li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin qetilkirin bûye sembol, bi hêrs û berxwedana jinann ku îro tên qetilkirin pêşwazî dikin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qirkirina jinan mezin dikin; bi mîrateya ji Mirabelan heta îro, em jiyaneke bê şidet û azad bi civaka demokratîk re dirêsin!
Şideta li ser jinan îdeolojîk e!
Nasnameya jinan bi hezaran salan e bi şidetê di malan de hat girtin, hat mêtingerkirin û qetilkirin. Ji bo ku nirxên civakî yên wê afirandine tine bibin û bên jibîrkirin, rastî her cure şidetê hat hiştin. Dîroka jinan hat tune hat hesibandin. Hebûna wan hat tune hat hesibandin. Çand û baweriyên wan tune hat hesibandin. Li şûna vê, têkiliyên hegemonîk ên ku serweriya mêr organîze dike û pêkhateyên nû yên ku ev têkilî tê de hatine saziyekirin, hatin avakirin. Û ji bo ku ev pêkhate li ser piyan bimînin, şidet her roj ji nû ve hat hilberandin û jin hatin girtin. Qirkirina jinan û civakê ya ku îro li seranserê cîhanê li ber çavên me pêk tê, berdewamiya tekela şidetê ya hezaran salan e. Sîstema modernîteya kapîtalîst, ji bo ku palpişta xwe ya sereke, serweriya mêr li cografyayên cuda yên cîhanê bi polîtîkayên cuda li ser piyan bigire, ji her demê zêdetir êrîş dike. Her sal li seranserê cîhanê herî kêm 80 hezar jin bi şideta mêran tên qetilkirin, li dijî jinan şerekî vekirî tê meşandin. Ev şerê bê statu, lê belê yê ku hemû pêkhate bi hevkarî dimeşînin, her roj bi sedan jinan dikuje, ji jiyanê qut dike, dibe sedema birînên psîkolojîk-fîzyolojîk ên bêveger.
Têkoşîna rêxistinkirî ya berxwedana jinan ya 100 salên dawî ev rewş îfşa kiriye, li seranserê cîhanê têkoşîneke mezin rêxistin kiriye û li dijî serweriya mêr berxwedana xwe ya domdar nîşan daye. Di asta ku em gihîştinê de, li seranserê cîhanê erdnîgariyek nemaye ku têkoşîna jinan tê negihîştibe. Lê belê sîstema cîhanî ya global ya ku vê yekê wekî xetere dibîne, di deh salên dawî de li her deverê êrîşî destkeftiyên jinan kiriye, ev destkeftî hem bi awayekî yasayî hem jî pratîkî hatine desteserkirin.
Mixabin rewş ji bo erdnîgariya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn jî heman rewş e. Li van axên ku warê xwedawendan e, her roj jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin, rastî şidetê tên, ber bi xwekuştinê ve tên ajotin û bi ewqas zext û şidetan tên dorpêçkirin ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin; tê xwestin ku hebûna wan were parçekirin. Hest û ramanên wan tên biçûkxistin, jinbûn ji bo dîtina şidetê wekî hincetek têr tê dîtin. Eşkere ye ku daneyên ji aliyê saziyên fermî ve tên eşkerekirin rastiyan nîşan nadin. Em dizanin ku li pişt ‘mirinên jinan ên bi guman’ ên di salên dawî de wekî întîhar zêde bûne, kiryarên mêr hene.
Di pêvajoya 20 salên dawî de polîtîkayên hikûmetê yên dijminê jinan ev sîstem xurt kiriye, zêdetir jin ji jiyanê qut kiriye. Her çend hemû daneyên zanistî û sosyolojîk nîşan bidin ku jin herî zêde li malan, di nav malbatê de rastî şidetê tên jî, me qebûl nekir û em ê qebûl nekin ku şideta li ser jinan wekî lawazbûna malbatê bê nirxandin. Bi îlanakririna Sala Malbatê û polîtîkayên di vê çarçoveyê de tên meşandin, jin zêdetir di malan de tên girtin û şideta mêran nedîtbar tê kirin. Şideta li ser jinan ne meseleyeke malbatê ye, pirsgirêka sîstema serweriya mêr e. Desthilatdariya heyî pirsgirêkên di nav malbatê de bi gotara “Malbata Pîroz” nedîtbar dike, nahêle ku îradeya jinan ya di qada taybet de asêmayî azad bibe. Her roj jin, li malên xwe ji aliyê kesên herî nêzîk ve rastî şideta zayendî, aborî, psîkolojîk û fîzîkî tên. Perdeyek nedîtbar li ser vê şidetê tê kişandin; şideta nav malê hîn jî pir caran ji şidetê jî nayê hesibandin.
Qanûn jinan napêrezin, kiryaran diparêzin!
Her çend qanûnên heyî îdîa bikin ku jinan diparêzin jî, di pratîkê de ev parastin tenê li ser kaxezê dimîne. Saziyên ku bi parastina jinan berpirsiyar in, pir caran di bin navê “parastina yekîtiya malbatê” de jinan dîsa dişînin nav rewşa şidetê. Qadên ewle kêm in, biryarên parastinê bê bandor in; piraniya jinan, tevî ku di bin tehdîtê de ne, neçar dimînin ku li heman taxê, heta li heman malê bi kiryar re bijîn. Şideta mêran bi awayekî sîstematîk bi hincetên wekî “hêrsa takekesî”, “hesûdî”, “tehrîk” tê sivikkirin; kiryarên mêr bi kêmkirinên ji ber “rewşa baş” tên berdan.
Dîsa, pêşnûmaya pakêta 11emîn a darazê ya ji bo pêşkêşkirina Meclîsê tê amadekirin, pêşniyarên rêziknameyên giran ên cudaker dihewîne. Ev pêşniyar mafê jiyana azad a takekesî tehdît dikin û berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navneteweyî yên mafên mirovan paşguh dikin. Digel ku divê hiqûq mafê jiyanê û wekheviyê yê civakê misoger bike, bi zagonên bi vî rengî pêkanînên cudaker û antîdemokratîk tên rewakirin. Bi vî awayî, prensîbên “wekhevî” û “parastin” ên di metnê zagonan de cih digirin, li dîwarên zîhniyeta serweriya mêr dixin û bêkar dimînin. Lêgerîna edaletê ji bo jinan vediguhere pêvajoyekê; di vê pêvajoyê de ew di nav saziyên dewletê de ji nû ve tên trawmatîzekirin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ev e: Hejmara jinann ku tevî biryara parastinê tên qetilkirin her ku diçe zêde dibe. Dema ku jin ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê mafê xwe yê xweparastina rewa bikar tînin, ew bi cezayên herî giran re rû bi rû dimînin. Ev tablo, bi eşkereyî nîşan dide ku polîtîkayên heyî li aliyê kê ne.
Di koka şideta li ser jinan de îdeolojiyên serweriya mêr ên ku bi hezaran salan e dewam dikin hene. Ev sîstem bi awayekî binyadî her cure êrîşên li dijî xwezayê, civakê, jinan û zarokan mayînde dike. Bi polîtîkayên eko-qirkirinê, takekesên ku ji xwe, axa xwe, bîra xwe biyanî bûne tên afirandin û ji wateya jiyanê tên dûrxistin. Jin ji qadên xwe yên jiyanê tên qutkirin û mehkûmî xizaniyê tên kirin. Bi vî awayî, bi muhtackirin, girêdayîkirin û bêçarehiştinê, gelek jiyan ji polîtîkayên karê yên azamî re tên qurbankirin. Lê belê em dizanin ku berxwedana jinan li dijî van îdeolojiyan kêlîkekê jî paşde gav neavêtiye û dê neavêje. Heta ku cîhaneke bê şidet, bê mêtingerî û wekhev were avakirin, têkoşîna jinan dê mezin bibe.

Em ê têkoşîna xwe ya aştiyê ya li dijî şidetê civakî bikin
Em pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, ji têkoşîna azadiya jinan ya ku em li dijî sîstema serweriya mêr didin, cuda nabînin. Ji ber ku em dizanin şer, li vê erdnîgariyê herî zêde jiyana jinan û zarokan hilweşand. Bi hezaran jinann Kurd hatin qetilkirin, îşkence dîtin, bi zorê ji cih û warên xwe hatin kirin; mîlîtarîzma ku hat gurkirin, bedena jinan, ked û nasnameya wê kir hedef.
Bi polîtîkayên şerê taybet hat xwestin ku jin ji nasname, bawerî û jiyana xwe bên qutkirin. Sûcên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kirin bêceza hatin hiştin; kuştinên kiryar nediyar ên serdemên tarî jî îro li ser nasnameya jinan tên nûjenkirin. Em hîn jî aqûbeta Gulistan Dokuyê dipirsin, em diqîrin ka çi bi Rojin Kabaişê bû, em qebûl nakin kuştina Narin Guranê di tariyê de bê hiştin. Narin bûye sembola vê sîstemê. Di vê sîstemê de mafê jiyanê yê zarokan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin, xizanî, şidet û bêcezahiştin bûne yek. Her pirsa “çima” ya li dû wê tê pirsîn, bedela zarokbûn, jinbûn û xizanbûnê li vê erdnîgariyê de tîne bîra mirov. Zarokên di nav tora têkiliyên paşverû û tarî de tên qetilkirin, ji cîhanên xwe yên azad tên qutkirin û mehkûmî xebatê tên kirin, bi bêperwerdehiştinê ber bi pêşerojeke ne diyar ve tên ajotin, bûne mexdûrên herî mezin ên vî şerî.
Me bi jiyînê dît ku şer jiyanê tine dike, di rewşa şer de mêranî çawa tê pîrozkirin, mîlîtarîzm şidetê çawa rewa dike. Ji ber vê yekê em wekî Tevgera Jinann Azad (TJA), aştiyê ne tenê wekî bêdengbûna çekan, lê belê wekî dawîhatina hemû şêweyên şidetê dibînin. Aştî tê wateya jiyaneke wisa ku tê de jin nayên kuştin, nasnameyên wan nayên înkarkirin, bedenên wan nabin qada şer.
Aştî di heman demê de tê wateya jiyaneke wisa ku tê de zarok ji birçîbûnê namirin, bi zikê birçî naçin dibistanê, hewaya ku hildidin û ava ku vedixwin nayê qirêjkirin. Ji ber ku şer ne tenê mirovan, lê belê xwezayê jî dikuje; daristanan, çeman, çûkan, bereketa axê tine dike. Qirkirina ekolojîk jî şêweyekî din ê şideta mêran e.
Em bawer dikin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi dayîna bedelên mezin heta îro şîn bûye, dê bi pêşengiya jinan bigihîje serkeftinê. Ji ber ku aştî, bi dengê, keda û lêgerîna edaletê ya jinan mimkun e.
Em dizanin ku pêvajoya aştiyê dê bi xweber an yekalî nemeşe, lewma em li her deverê xwe rêxistin dikin, aştiyê civakî dikin. Em dizanin ku dema jin bibin kirde yên pêvajoyên aştiyê, ne tenê şer, lê belê hemû şêweyên şidetê jî bi dawî dibin. Ji ber vê yekê em careke din diqîrin; ‘Ji şer re na, aştî hema niha!’
Komun xweparastina herî bingehîn e!
Haveynê vê axê bi rêxistinbûna komunê û felsefeya jiyana azadîxwaz girtiye. Civakê bi vê hişmendiyê xwe ava kir, pîvanên jiyaneke wekhev û azad afirand. Em dizanin ku îro li hemberî hemû êrîşên li ser van nirxan, riya xweparastinê û azadkirinê dîsa rêxistinbûna komunê ye. Bi wê hişmendiyê ku bi nirxên azadiyê yên komunal mimkun e hemû xerakirinên ji aliyê zayendperestî, olperestî, neteweperestî û zanistperestiyê ve hatine afirandin bên derbaskirin, em ê zêdetir xwe rêxistin bikin, parastina xwe û mafê xwe yê jiyanê li dora komunê ava bikin. Rêya aştiyê jî û tovê jiyana azad jî dê di nav vê yekîtiya nirxan de hebin.
Em vê 25ê Mijdarê ne tenê wekî helwestek li dijî şidetê, lê belê bi ruh û bandora şoreşa me ya Jin Jiyan Azadî pêşwazî dikin. Ev şoreş dînamîka avakirina hemû qadên jiyanê bi rengê jinan pêk tîne. Bi wê hişmendiyê ku çalakiya herî bi bandor rêxistinbûn e, em dibêjin riya parastina jiyanê têkoşîna hevpar a jinan ye.
Em bi hêvî ne
Têkoşîna me ya azadiya jinan ya ku ji nîv sedsalê zêdetir e dewam dike, bi dayîna bedelên mezin gihîştiye van rojan. Lê belê me dev jê berneda, me paşde gav neavêt. Ji ber ku em jin herî baş dizanin ku bi têkoşînê çi tişt dikarin bên bidestxistin. Em li hemberî polîtîkayên sîstema serweriya mêr ên ku dixwestin me tine bikin, bi hezaran salan bi klaman, lorîkan, hêrsê, hêviyê, baweriyê li ber xwe didin û gihîştin îro.
Îro xizaniya jinan yek ji wan qadan e ku mêtingeriya kapîtalîst bi awayê xwe yê herî tazî tê dîtin. Jin barê xizaniyê hildigirin, lê belê ji ber ku nikarin zarokên xwe têr bikin tên sûcdarkirin; dema ji hilberînê tên dûrxistin, bi torên piştevaniyê jiyanê ji nû ve ava dikin. Ji ber vê yekê têkoşîna jinan, ne tenê li dijî şidetê, di heman demê de li dijî xizaniyê, birçîbûnê, bêewlehiyê û xerakirina xwezayê jî berxwedanek e.
Qirkirina ekolojîk, parçeyek bingehîn ê xizaniya jinan û şer e: Dema ku av diçikin, ax bi madenan tê kolandin, daristan tên bombekirin, herî zêde ked, debara û qada jiyanê ya jinan tê tinekirin. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê di heman demê de parastina axê, avê û jiyanê ye.
Dengê me, gotina me li dijî xizaniyê, tacîzê, destdirejî, şidetê, komkujiyan mezin bû û gihîşt îro. Em bi hilgirtina nirxên xwe yên civakî di dilê xwe de meşiyan. Îro em ji her demê zêdetir bi Prensîba Hêviyê ve girêdayî ne û biryara xwe ya jiyana azad mezin dikin. Ev nirx îro li bendê ne ku ji nû ve bibin komun, bibin yekîtiya civakî, bi hev re hilberînin û zêde bibin. Ji bo pêkanîna ronesansa jinan, hincetên me zêdetir in, derfetên me yên têkoşînê û serpêhatiyên me hene ku me ji dîrokeke kevnar wergirtine.
Ji bo jiyaneke bê şidet, ji her demê zêdetir pêwîst e ku em li dora nirxên demokratîk ji nû ve bibin yek, nirxên komunal ên civakî derxin holê, bibin xwedî gotin û îradeya xwe.
Em vê 25ê Mijdarê jî ji aliyekî ve bi hêrsa jinann hatine qetilkirin, ji aliyê din ve bi hêviya avakirina aştiyê ya ku li erdnîgariya me serwer e, pêşwazî dikin.
Em ê bimeşin û hêza me ya têkoşînê heye. Em bang li hemû jinan dikin ku ber bi azadiyê ve bimeşin, gotinê mezin bikin û ronesansa jinan di jiyanê de pêk bînin.
Bijî Têkoşîna Jinan!
Jin Jiyan Azadî!”


















