• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

    Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    HATê li Hesekê şaneyek çeteyan têk bir

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

    Cara duyemîn hesabê Xê yê JINNEWSê hat astengkirin

    Hesabê Xê ya JinNewsê cara 4an hat astengkirin

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    Ji ber doza ‘destdirêjiyê’ wezîfeya şaredarê Rûbarokê betal bû

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

    ‘Em ê li dijî êrişan li ber xwe bidin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji TOHAVê ropora ‘Mafê Hêviyê’: Bicihanîna mafê hêviyê siberoja demokratîk e

Stenbol / AW

11 SIBAT 2026 - 13:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE, WÊNE
A A
TOHAVê têkildarî “Mafê Hêviyê” raporek eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku ev rapor di aliyê têgehî, dîrokî û qanûnî nîşan dide ku pratîka li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk vî mafî binpê dike û wiha hate gotin: “Pergalek ku hêviyê qedexe dike, rûmeta mirovan jî qedexe dike. Li ser vê esasê jî mîsogerkirina mafê hêviyê pêşmerca parastina rûmeta mirovan û siberoja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

Nîqaş û nirxandinên derbarê “Mafê Hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek girtiyên siyasî yên Kurd de berdewam dikin. Mijara “Mafê Hêviyê” bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hin bêtir ket rojevê û ev maf yek ji xala herî girîng a pêvajoyê tê nirxandin. Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) jî têkildarî “Mafê Hêviyê” raporek berfireh ku ji derdora 70 rûpelî pêk tê amade kir.

Rêveberên TOHAVê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê civînek çapemeniyê li dar xist. Rêveberên TOHAVê û endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li civînê bûn.

Li cihê daxuyaniyê pankarta “Bila Mafê Hêviyê bê naskirin” hat vekirin. Kurtahiya raporê wek daxuyanî ji aliyê rêvebera TOHAVê parêzer Zozan Vargun ve hat xwendin. Rapor bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî û Tirkî ango bi du zimanan hatiye amadekirin.

Daxuyaniya ku wek kurtahiya raporê bi raya giştî re hate parvekirin, bi vî rengî ye:

‘Mafê hêviyê mafekî bingehîn e’

“Mafê hêviyê di dema me da ji bo pergalên hiqûqî yek ji ezmûnan herî girin e. Armanca vê raporê ew e ku vî mafî derxe hilê, nîqaşên têkildarî wî mafî di astên hiqûqî û civakî de kûrtir bike û îradeya ji bo reformê xurttir bibe. Li ser bingeha vê çendê ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e ku hêviyên kesekî ji bo pêşerojê û îhtîmala wan a guhertin û ji nû ve entegrekirina wan di nav civakê de diparêze, ev rapor angaşt dike ku pratîkên di nav pergala dadgeriya sizayî de, ku vê hêviyê bi tevahî ji holê radikin ne ji hêla qanûnê ve û ne jî ji hêla exlaqî ve rewa nînin. Pratîka dadî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hişyariyên ku ji hêla dezgehên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî ve ji Tirkiyeyê re hatine dayîn jî piştgiriyê didin vê angaştê. Di vê çarçoveyê de, rapor bi taybetî mafê hêviyê ji bo wan girtiyan dinirxîne ku ji ber ‘terorîzm û tawanên destûrî’ hatine darizandin û sizaya zindankirina hetahetayê ya girankirî li ser wan hatîye sepandin û mafê berdana bimerc hatine bêparkirin.

Pratîk û modelên cuda yên Ewropî hatine lêkolînkirin

Ev rapor tenê bi rejîma înfazê re sînordar e û balê nakşîne ser vê çendê ka gelo darizandinên ku bingeha girtinê pêk tînin, li gorî prensîbên darizandineke dadmendane pêk hatine an na. Rapora mafê hêviyê di çarçoveya bingehên wê yên têgehî, dîrokî û normatîv de vedikole. Di vê çarçoveyê de, girîngiya mafê hêviyê ji bo civakek demokratîk û têkiliya wê bi diyardeyên mîna têkiliyên sivîl, siyaseta sizayî ya rewiştî û baweriya civakî re tê lêkolînkirin. Di çarçoveya Tirkiyê de, mafê hêviyê di bin sernavên wekî rakirina sizaya darvekirinê û peydabûna sizaya zindankirina heta hetayê ya kirankirî, rêziknameyên qanûnî û îhtimalên berdanê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û erkên Tirkiyê, giraniya rejîma darvekirinê, mijara hucreya takekesî, rexneyên navneteweyî û mijara şefafiyetê de hatiye lêkolînkirin. Ev metin her wiha agahîyên pratîkên dadî yên têkildarî pîvanên ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve ji bo parastina mafê hêviyê hatine dariştin nîqaş dike û vedikole. Di vê çarçoveyê de, pratîk û modelên cûda yên Ewropî hatine lêkolînkirin. Ev lêkolîn çarçoveya qanûnî û kargêrî ya heyî ya ji bo sîstema sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê vedikole. Rakirina sizaya bidarvekirinê ji hêla dîrokî ve tê analîzkirin, guhertinên qanûnî têne nirxandin, û xalên giring ên di qanûnên bingehîn da ku têkildarî sîstema sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî ne, têne nîqaşkirin. Beşek taybetî ji bo bandora Abdullah Öcalanî li ser pêşveçûna vê qanûnê hatîye veqetandin. Di wê beşê da rakirina sizaya darvekirinê, danîna sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li dewsa wê û binpêkirina binemaya wekheviyê hatîye lêkolînkirin.

Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk mafê hêviyê binpê dike

Ev rapor agahîyên tekûz û biroj yên kesên ku li Tirkiyeyê sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li ser wan hatîye sepandin pêşkêşî raya giştî nake. Ji ber vê yekê, kêmasiya daneyan û nebûna şefafiyetê wekî mijarên cuda hatine nîqaşkirin. Di bin sernavê ‘Bandorên Rejîma Înfazê li ser Tenduristiya Derûnî û Fizîkî ya Girtiyên ku sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li ser wan Hatîye Sepandin’ de, hin agahiyên derbarê şert û mercên girtinê, binemayên hiqûqa navneteweyî yên derbarê hucreya takekesî û sizaya hucreyê de hatine pêşkêşkirin.Gewhera girêder ya biryarên DMMEyê û bicîhanîna wan di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de, û her wiha bandorên pêvajoya çavdêriya berdewam a Komîteya Wezîran li ser hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûnên heyî de hatîye nîqaş kirin. Di bin sernavê “di Pratîkê de Pirsgirêk” de, pêkhate û karê desteyên kargêrî û desteyên çavdêriyê, desthilatên wan ên îhtiyarî di nirxandina başreftarîyê de, pirsgirêkên ku rû dane û çareseriyên pêşniyarkirî hatine nîqaşkirin. Ev rapor eşkere dike ku sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê ne tenê bûye pirsgirêkeke takekesî, lê di heman demê de bûye pirsgirêkek mafên mirovan a çarçoveyî jî, û ev rejîm li dijî rûmeta mirovan e. Ev sîstem, ku piştî rakirina sizaya bidarvekirinê wekî gaveke mafên mirovan ya pêşketî hate pêşkêşkirin, di pratîkê de bûye pergaleke bêhêvîbûnê ya herûher. Ev rapor bi lêkolîna mafê hêviyê li ser bingehên wê yên têgehî, dîrokî û qanûnî, nîşan dide ku pratîka li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk vî mafî binpê dike.

Mafê hêviyê sînorek exlaqî li ser fonksiyona sizayî ya qanûnê çêdike

Mafê hêviyê tenê bi îhtîmala bidestxistina azadiyê sînordar nîne, lê belê ev maf herwiha berdewamîya girêdayîbûna bi pêşerojê re, guherîn û têketina dubare ya di civakê de ye. Di vî warî de, mafê hêviyê sînorek exlaqî li ser fonksiyona sizayî ya qanûnê çê dike. Dewlet nikare kesekî li ser bingeha kiryarên wî yên berê hetahetayê mehkûm bike, lê belê neçar e ku îhtîmalên pêşerojê jî li ber çavan bigire. Her wekî ku di vê raporê de jî amaje pê hatîye kirin, ev maf beşek necudabar ya binemaya rûmeta mirovan e û tekezîyê li ser vê çendê dike ku mirov ne tenê bi kiryarên xwe yên berê, lê belê di heman demê de bi potansiyela xwe ya ji bo pêşerojê jî mirov e. Di hiqûqa navneteweyî de, ev têgihîştin çavkanîya xwe dispêre xala 3yem a Peymannameya Mafên Mirovan ya Ewropayê, ku muameleya nemirovane û sivikker qedexe dike. Pêşîneya dadî ya ku ji alîyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve di dozên mîna Kafkaris , Vinter, Murray , Petukhov , Marcello Viola’yê da hatîye esasgirtin, amajeyê bi vê babetê dikin ku biryarên sizaya zindanîkirina herûher tenê wê demê li gel rûmeta mirovî diguncin ku ji alîyê hiqûqî (de jure) û hem jî ji alîyê pratîkî ve (de fakto) kêmkirina wan pêkan be. Li gor biryarên dadgehê, heger ku di tu şert û mercan de îhtîmala berdana kesekî neyê berçavgirtin, ev tê vê wateyê ku kapasîteya wî kesî ya guhertinê tenê ji ber rabirdûya wî tê sînordarkirin. Ji ber vê yekê jî, divê mekanîzmayên nirxandinê herî zêde piştî 25 salan werin destpêkirin, di navberên birêkûpêk de werin dubarekirin, û pêşkeftina kesane û têkiliyên civakî yên wî kesê di wan nirxandinan da li ber çavan bên girtin.

Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtine

Di dozên têkildarî Tirkiyeyê yên mîna Doza Ocalan (Hejmar 2), Kaytan, Gurban û Boltan de, biryarên dayî vê rastîyê derdixin holê ku rejîma sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî mafê hêviyê ji holê radike. Dadgeh gihîştîye vê encamê ku mekanîzmayên berdana bi merc yan tune ne yan jî tenê bi awayekî teorîk hene. Ew mekanîzma xala 3yê ya Peymannameyê binpê dike û efûyên serokkomarîriyê nikarin şûna nirxandina birêkûpêk, berdest û serbixwe bigirin. Ev encam nîşan dide ku pirsgirêk di gewhera xwe da pirsgirêkên çarçoveyî ne, ne takekesî. Komîteya Wezîzan ya Konseya Erwopayê di çarçoveya Koma Gurbanê de ku çavdêriya pêkanîna van binpêkarîyan dike, di nirxandinên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê de daxwaza çaksazîyên berfireh kiriye û ji Tirkîyeyê xwastîye ku vê pirsgirêka çarçoveyê çareser bike. Komîteyê bi taybetî destnîşan kiriye ku xala 107/16ê ya Qanûna Hejmar 5275 ya têkildarî Bicîhanîna Tedbîrên Sizayî û Ewlehiyê û pratîkên têkildarî wê mafê hêviyê bi awayekî pratîkî ji holê radikin. Komîte ji Tirkîyeyê dixwaze ku li gorî standardên DMMEyê pergalek nirxandin û berdana bi merc ava bike. Tevî vê yekê jî, Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtine.

Mafê hêviyê bûye pirsgirêkek demokratîk û civakî li Tirkiyeyê

Beşa mînakên berawirdî yên hiqûqî û pratîkî ya vê raporê nîşan dide ku piraniya dewletên endam ên Konseya Ewropayê piştî demek diyarkirî mekanîzmayek nirxandina serbixwe û dadî ava kirine. Li van welatan, sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî nayê wateya bêhêvîtiyê, lê ew maf bi pêvajoyên ku kapasîteya takekesî ji bo guhertin û vegerandina nav civakê dinirxînin tê hevseng kirin. Li beranber vê, rejîma sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê hem di warê berdana bi merc de û hem jî di warê şert û mercên girtinê de bi awayekî neguncan li gel rûmeta mirovan berdewam dike. Li Tirkîyeyê sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî, nirxandina keyfî ya “başreftariyê” û nebûna şefafiyetê berdewam dike û çarçoveyekê diafirîne ku rûmeta mirovan a girtiyan binpê dike û têkiliyên wan bi civakê re qut dike. Ev wêne, dema ku bi hejmara girtiyên ku di bin vê rejîmê de ne re tê nirxandin, nîşan dide ku mafê hêviyê ne tenê bûye pirsgirêkek takekesî, lê di heman demê de bûye pirsgirêkek demokratîk û civakî li Tirkiyeyê. Lewra civakek heya wê demê demokratîk e ku dikare baweriya welatîyê xwe bi pêşerojê garantî bike. Pergaleke hiqûqî ku hêviyê ji holê radike, ne tenê girtiyan, lê di heman demê de civakê jî mehkûmî bêhêvîtiyê dike. Armanca hiqûqê ne tolhildan, lê belê armanca dê dadmendî û parastina potansiyela mirovî ye. Di vê çarçoveyê de, gavên ku divê Tirkiye bavêje zelal in.

Li gorî pêşîneya dadî ya DMMEyê û pîvanên Peymannameya Mafên Mirovan ya Ewropayê, ji bo parastina mafê hêviyê:

* Divê têkildarî dozên sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî, mekanîzmayek nirxandinê ya serbixwe, şefaf û birêkûpêk di dawiya heyamek diyarkirî de were damezrandin;
* Divê mafê berdana bi merc ji hemû girtiyan re bê îstîsna were dayîn;
* Divê şert û mercên înfazê yên têkildarî hucreya takekesî bên rakirin û mercên jiyanê li gor rûmeta mirovî bên afirandin;
* Divê daneyên têkildarî înfazê û girtiyan bi awayekî rêkûpêk û berdest bi raya giştî re werin parvekirin, da ku zemînek ji bo çavdêriya giştî û berbarîyên navneteweyî were avakirin.

Ev gav ne tenê pêdiviyeke biryarên DMMEyê ne, lê di heman demê de ceribandinek e li ser angaşta Tirkiyeyê ya ku dibêje dewletek hiqûqî ye. Mafê hêviyê binemayek e ku pîvana mirovîbûna sizayê diparêze û wijdanê hiqûqê temsîl dike. Pergala ku vî mafî ji holê radike, mirovbûna mirovan înkar dike û bêhêvîtiyê li cihê dadmendiyê dadinê. Ji ber vê yekê, ev rapor mafê hêviyê ne tenê wekî têgiheke hiqûqî, lê belê wekî binemayekî neçarî ji bo berdewamiya mirovahiyê û demokrasiyê dinase. Pergalek ku hêviyê qedexe dike, rûmeta mirovan jî qedexe dike. Li ser vê esasê jî, misogerkirina mafê hêviyê pêşmerca parastina rûmeta mirovan û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

Etîket: Abdullah OcalanMafê HêviyêTOHAVWeqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV)
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

‘Divê Mafê Hêviyê bêşert û merc bê bicihanîn’

11 SIBAT 2026
Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

Mehmet Ocalan: Heke çareseriyê dixwazin divê Serok azad be

11 SIBAT 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1
Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

11 SIBAT 2026
Bîrlîk: Em bi xwedîderketina banga 27ê Sibatê dikarin komployê ji holê rakin

Bîrlîk: Em bi xwedîderketina banga 27ê Sibatê dikarin komployê ji holê rakin

10 SIBAT 2026
Welatiyên Amedê: Yekîtiya Kurdan wê komployê têk bibe

Welatiyên Amedê: Yekîtiya Kurdan wê komployê têk bibe

9 SIBAT 2026
Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

Dînç: Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (410)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne