Yekîtiya Ewropayê piştgirî da peymana navbera HSD û rêveberiya Şamê. Yekîtiyê bang kir ku tundî bi dawî bibe, alîkarî bigihijin, sivîl bên parastin, ewlehiya kampan were mîsogerkirin û vegera DAIŞ’ê were astengkirin.
Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Anouar El Anouni têkildarî peymana navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê peyamek weşand.
El Anouar, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Yekîtiya Ewropayê peymana ji bo bidawîkirina çalakiyên dijminane, gihiştina alîkariya mirovî, parastina sivîlan û avakirina şert û mercan a ji bo vegera koçberan, pir girîng dibîne.”
Anouar El Anouni diyar kir ku divê hemû alî girêdayî peymanê bimînin û got, kêmkirina tengasiyan ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovî û ewlehiyê yên li Sûrî, gaveke girînge.
Anouar El Anouni bang kir ku ji bo ewlehiya kampan û navendên ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin û ji bo astengkirina vegera DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî, divê xebatên cidî bên meşandin.













