Girtiyên azadiyê ku piştî 30-31-32 salan ji zindanan hatin berdan tev li turnuwaya futbolê ya “Rojên Festîvala Amarayê” bûn. Tîma berxwedêrên zindanan ku hatine berdan bi ser ket. Wêneyek giştî girtin e û moral û formayên wan jî balê dikişîne ser xwe. Girtiyên hatine berdan diyar kirin ku ew bi slogana “30 Sal Berxwedan” tev li pêşbaziya turnuwayê bûne.
Li Rihayê duh di çarçoveya “Rojên Festîvala Amarayê” de turnuwa futbolê hate lidarxistin. Ev turnuwa bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi yekitiya neteweyî ya demokratîk ve” hate organîzekirin. Duh 4 tîm hatin pêşberî hev. Yek ji van tîmên ku balê dikişîne ser xwe ya berxwedêrên zindanan e ku piştî 30 salan hatine berdan. Formayên wan ên kesk û sor û zer li xwe kirin e jî rengek neteweyî, radixe ber çavan.
Girtiyên azadiyê yên ku 30, 31 û 32 salan li zindanan li ber xwe dan ku di van sê çar salan de hatine berdan li derve jî beşdarî aktîvîteyên werzîşê ango sporê dibin.
Lîstikvanê tîmê ku ji heps û zindanan hatine berdan, bi slogana “30 Sal Berxwedan” derketin seheyê. Li seheyê wêneyek girtin e û hemû dikenin û bi moralek pozîtîf di wêne de tên xuyakirin.
Tîma parlamenteran têk birin
Tîma girtiyên azadiyê ku hatine berdan û tîma parlamenteran hatin hemberî hev. Di pêşbaziyê de tîma girtiyên hatine berdan bi 5-4 tîma parlamenteran têk birin. Serkeftina wan a pêşbaziyê wek berxwedana wan a di zindanan de xwe da nîşandan.
Ji zindanê heta derve bi ser ketin
Girtiyên ji zindanan hatine berdan di serkeftina xwe ya vê pêşbaziyê de jî da nîşandan ku li zindanan bi karûbarên sporê ve mijûl bûne û qet ji vê aktîvîteyê dûr nemane. Jixwe gelek caran jî yek ji binpêkirinên li girtîgehan ew e ku mafê sporê yên girtiyan tê binpêkirin.
Tîma girtiyên ji zindanan hatine berdan formayên xwe taybet bijartine û logoya Amedsporê jî ku li ser formayan e balê dikişîne ser xwe.
Navên girtiyên ji zindanan hatine berdan û tev li tîmê bûne, ev in:
Veysel Avci, Ahmet Kaganarslan, Mehmet Şîrîn Taşdemîr, Hanîfî Eser, Şehmuz Oz Subaşi, Alî Haydar Elyakut, Feyzî Ayzit, Tahîr Kizildemîr, Fuat Bor, Fuat Guler, Sînan Turkmen, Şîrîn Bozçali, Yaşar Kirmizi, Celal Araci.









