Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Tuşbayê ya Wanê, bi nirxandina tiştên ku tên vegerandin kargeheke xebatê li darxist da ku hişmendiya jîngehê zêde bike.
Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Tuşbayê ya Wanê, bi nirxandina tiştên ku tên hatine avêtin ji bo hişmendiya jîngehê pêş bixe kargeheke li dar xist. Di van kargehan de tiştên hatine avêtin bi hinek kedê vediguherin alavên estetîk û jiyanî. Şûşeyên sodayê yên ku di xwezayê de bi salên dirêj dimînin, bi destê jinan dibin vazoyên estetîk. Çiqilên daran jî bi xemilandina jinan dibin motîfên kulîlkan. Ev xebat ne tenê hilberîn an jî guherîneke dîtbarî pêk tîne, di heman demê de hişmendiya parastina xwezayê ya kolektif jî ava dike.
Jin bi kedê alavên bermayî binirx dikin
Di karhegê de jinên ku bi awayekî kêfxweşî dema xwe bi awayeke sûdewer derbas dikin, şûşeyên sodayê yên ku bi gelemperî tên avêtin, bi sêwirandinên xwe boyax dikin û bi têlên jûtê dixemilînin û vediguherînin vazoyan. Çiqilên darên hişk jî yek bi yek dixemilînin û dikin xemlên kulîlkan. Berhemên ku dertên holê, nîşan didin ku bermayî, bi ked û afirîneriyê çawa ji nû ve nirxdar bibin. Bi nirxandina ji nû ve ya şûşeyên cam, ên ku bi sed salan di xwezayê de dimînin hem feraseta parastina jîngehê pêş dixe hem jî bermayî bi xemilandinên resen malan xweşiktir nîşan didin.
‘Em hilberîna kolektîf û hişmendiya ekolojîk esas digirin’
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Tûşbayê diyar kir ku armanca kargeha wan ne tenê hilberîna xemilandina tiştekî ye û wiha got: “Armanca sereke ew e ku jin bi hev re di nava hevkariyê de hilberînê bikin û çanda jiyana ekolojîk ava bikin. Em bi hev re dibînin ku tiştên ku wek bermayî tên avêtin, bi kedê çawa dibin tiştên pirr cuda. Ev jî nîşan dide ku jiyana ekolojîk gengaz e.”











