Amed – Şaredariya Rezanê ya Amedê ji bo jin bibin xwedî pîşe û tev li qada hilberînê bibin qursên xwe yên aşpêjiyê didomîne.
Navenda Jinan a Berfînê ya girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Rezanê ya Amedê ji bo keda jinan a nayê bibe pîşe xebatên xwe didomîne. Bi ser daxwazên jinan zêde yên jinan qursên hatine vekirin dê ji bo jin tev li qada hilberînê bibin aşpêjiyê hîn bikin û dê ji jinan re qadeke tecrubeyê were avakirin.
Keda winda dibe pîşe
Şaredariya Rezanê ji bo keda jinê were berçav, jin bibin xwedî pîşe, zêdetir tev li qada civakî bibe û hevgirtina dî navbera jînan xurt bibe xebatên xwe didomîne. Yek ji van xebatan jî qursa aşpêşiyê ye. Qursa Aşpêşiyê li Navenda Jinan a Berfînê meha Tirmehê ya sala borî hate vekirin. Jîn eleqeyeke mezîn nîşanî qursên aşpêjiyê didin.
Hem tecrube dikin hem jî kar hîn dibin
Jinên dixwazin aşpêjiyê hîn bibin dikarin 5 rojên hefteyê bi awayeke çalak tev li qursan bibin. Qurs 6 mehan carekê dest pê dikin û di dawiya perwerdehiyê de jin belgenameyên tevlibûnê distînin. Jinên tev li qursan dibin hem dibin xwedî tecrubeya kar, hem jî hînî hûrgiliyên aşpêjiyê dibin.
Li qursan ji çêkirina pasteyan bigire heya gelek cure xwarinan perwerdehî tê dayîn. Herwiha jin hînî şert û mercên parastin û paqijiya xurekan jî dibin.