• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

    Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

    KJK: Em vê biharê bikin bihara azadiya gelê Kurd û Rêber Apo

    KJK: Em vê biharê bikin bihara azadiya gelê Kurd û Rêber Apo

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Bakirhan: Divê sala 2026an bibe sala avakirina qanûnên aştî û azadiyê

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Li Hatayê şerê malbatan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Li Hatayê şerê malbatan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

    Xizmên Windayan faîlên Îkbal Yaşar pirsîn

    KJK: Em vê biharê bikin bihara azadiya gelê Kurd û Rêber Apo

    KJK: Em vê biharê bikin bihara azadiya gelê Kurd û Rêber Apo

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Bakirhan: Divê sala 2026an bibe sala avakirina qanûnên aştî û azadiyê

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

    Li Hatayê şerê malbatan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Li Hatayê şerê malbatan: 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’

Navenda Nûçeyan /AW

26 GULAN 2025 - 16:48
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Jinan civîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê pêk anî û encamname bi raya giştî re parve kir. Jinan bal kişand ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan” û gotin: “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e.”

Endam û rêveberên jin ên DEM Partiyê di 23-24ê Gulanê de li Amedê, civîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk pêk anî. Jinan encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. Civîn, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e” pêk hat. Jinan piştî niqaşên 2 rojan encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir.

Encamname wiha ye:

“Di roja ewil a civînê de li ser krîzên piralî yên zîhniyeta netewe dewletê ya modernîteya kapîtalîst ku di serî de li erdnigariya me, li tevahiya cîhanê rê li ber vekirî, rêbazên şer ên li seranserî cîhanê belav dibin û ji bo jin, zarok, xweza û hemû gelan bi xwe re encamên rûxîner tîne û perspektîfa jinan a bi rola pêşeng a modernîteya demokratîk û civakî radibe û pêwîstiya bi bihêzkirina têkoşîna civakî hatin vegotin.

Rêxistina herêmî

Yek ji rojevên herî girîng ên di civînê de nîqaş li ser hatiye meşandin jî, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bû. Girîngiya derfetên jiyaneke azad û wekhev a vê bangê ji bo gelên Tirkiyeyê afirandî hate nirxandin. Hat destnîşankirin ku bi taybet jî di mijara avakirina aştiya civakî û civaka demokratîk de hewceye her kes bi hestiyariyeke mezin nêz bibe û li dora banga sedsalê bicive û ev piştevanî were mezinkirin. Di heman demê de bandora wê ya di asta neteweyî û navneteweyî de hate nirxandin. Hate gotin ku pêvajoyên aştî û çareseriya demokratîk bi qasî derfetên dîrokî, bi xwe re rîskên cidî jî tîne. Lewre, ji bo pêvajoya heyî bi leha gelên Tirkiyeyê û herêmê be û bi leha wan biencam bibe, hewceye rêveberiyên herêmî ji herêman ve dest bi birêxistinkirina demokrasiya civakî û aştiyê bikin û mezin bikin. Di mijara çawaniya vê rêxistinkirinê de nîqaş hatin kirin.

Rêveberiyên herêmî yên azadiya jinê

Di roja duyemîn a civînê de hewcehiya bi rola pêşeng a jinan a di avakirina aştiyê de, girîngiya wan a di veguherandina avadaniyên îktîdarparêz, hiyerarşîk û navendparêz ên zîhniyeta mêr lê serdest û bandora texrîbatên di 8 salên qeyûman de li ser destkeftiyên jinan û xebatên şaredarvaniyê hatin nirxandin. Hate gotin ku jiholêrakirina van texrîbatan bi pratîkeke xurt a paradîgmaya me ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û hîn bêhtir bi cîbicîkirina pergala hevserokatiyê pêkan e. Me salek li pey xwe hişt. Bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê xebat hatin kirin. Aliyên kêm û pratîkên ne li gorî tecrûbe û îdiayên me jî hatin rexnekirin û rexnedayina wê hate dayin. Hat gotin ku tevî texrîbatên qeyûman li pey xwe hiştî jî di nava salekê de xebatên jinan zêde bûn lêbelê di mijara civakîkirina paradîgmaya me ya rêveberiyên herêmî yên azadîxwaziya jinê, di rêxistinkirina wê de sazûbeneke di asta tê xwestin de pêş neket û ev kêmasî hate destnîşankirin.

Li dijî polîtîkayên qirkirina jinê, qirkirina ekolojiyê, îstîsmara li dijî zarokan, xizaniya jinê, her cureyên polîtîkayên cihêkar ên jinên penaber rû bi rû dimînin û li dijî polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayeke çareseriyê ya di asta tê xwestin de nehat meşandin. Sedemên vê hatin nîqaşkirin û li dijî van polîtîkayan, ji bo dema pêşiyê stratejiyeke xurt hate rabekirin. Weke stratejiya sereke, di têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, di çarçoveya kampanyaya ‘Gotina me neqediya! Em ê bi hev re tundiyê biskenînin’ de soz hate dayin ku dê di her qada jiyanê de refleksên civakê bên birêxistinkirin.

Konfederalîzma demokratîk a jinan

Hat destnîşankirin ku ev stratejiya me daniye pêşiya xwe, tenê bi civakîkirina paradîgmaya ‘Hevjiyana Azad’ û ‘Pergala Hevserokatiyê’ û pratîkezekirina wê pêkan e. Hat nirxandin ku hevserokatî ne tenê wekheviyeke qebe ya her du zayendan e, bi azadbûna şêweyê têkiliyên di navbera jin û mêran de ku pirsgirêkên civakî jî lê hatine zêdekirin pêkan e. Di vê çarçoveyê de, hate gotin ku paradîgmaya hevjiyana azad a pergala hevserokatiyê, dabînkirina wekheviya jin û mêran a di mekanîzmayên rêvebirinê de, di çarçoveya dirûşma ‘Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’ de ji herêmên herî biçûk ber bi jor ve demokratîkkirina rêveberiyan e. Me destnîşan kir ku ev yek dê bi avakirina mekanîzma, komîsyon, koordînasyon, meclis û komunan çêbibe. Weke hevserokan, me ji ber cihên ku ev mekanîzma lê pêş neketin û aqilê hevpar, ruhê kolektîf lê cîbicî nebûyî jî rexnedayîna xwe da û me soz da ku dê di pêvajoya pêş de hem paradîgmaya xwe hem jî pergala xwe ya hevserokatiyê civakî bikin. Weke egerekê pergala hevserokatiyê, me got ku ji herêman ve em ê dest pê bikin û bi civandina jinên ji bawerî, fikriyat û nasnameyên cuda re em dikarin rêveberiyeke jin xwe bi rengê xwe birêve dibin anku Konfederalîzma Demokratîk a Jinan bixin meriyetê.

Biryara xwebûnê

Hat destnîşankirin ku hîn bêhtir sazûmankirina modêla hevserokatiyê ku temînata azadiya jinê û civaka demokratîk e, tevlibûneke berfirehtir a demokrasiya herêmî û bi awayekî çalak tevlibûna jinan a di mekanîzmayên biryardayînê de, peywireke me ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de heta destnîşankirin ku kirdebûna polîtîk a jinan û bandora vê ya li ser tevahiya rêveberiyên herêmî, divê teqez hebe. Di çarçoveya nîqaşên li ser vê bingehê hatine kirin de; li dijî tundiyê, tacîz, destdirêjî, îşkence, tecrîd, mekanîzmayên zayendperestiyê diafirînin, li dijî polîtîkayên nasnameya klasîk a jinê diafirînin û ferz dikin û li dijî saziya malbatperestiyê; em ê îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê û rêgezên wê esas bigirin, nasnameya jina azad ava bikin, seknekî ku xwedî gotin û dibe îrade pêş bixin. Hate gotin ku ev yek jî bi xwebûnê pêkan e.”

Etîket: DEM PartîJinJiyanJiyan AzadîRêveberiya HerêmîXwebûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

20 ADAR 2026
Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

20 ADAR 2026
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hate bibîranîn

19 ADAR 2026
Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

Serdana goristanan: Em ê li pey rêça wan bin

19 ADAR 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê HATE NÛKIRIN

19 ADAR 2026
DEM Partî: Vera krîzanê mîyanneteweyî vengdayîşê 27ê sibate rayîrêko newe akerd

Bernameya DEM Partiyê ya serdanên Cejna Remazanê diyar bû

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di êrişên ser Îranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi beşdariya sed hezaran kes pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê reng û dengê qadê bû Abdullah Ocalan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (828)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne