Aktîvîstên TJAyê li navçeya Qubînê 76emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kirin û gotin: “Têkoşîna me hê nû destpê dike”.
Li Êlihê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran hat pîrozkirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarokê Awîskê ya ser bi navçeya Qubînê ve hat lidarxistin. Gelek jin, Dayikên Aştiyê, Rêveberên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî çalakiyê bûn.
Aktîvîsta TJAyê Nûrten Uzumcu bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” Abdullah Ocalan û diyar kir ku Tirkiyeyê di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibe û wiha axivî: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê pêvajo anî vê qonaxê. Berpirsiyariya herî mezin parastina vê pêvajoyê ye. Divê em werin gel hev û vê pêvajoyê bi rêxistin bikin û bidomînin. Têkoşîna me nû destpê dike, ji bo pêvajo ji pirsgirêkên civakê re bibe bersiv û bi aştiyê tacîdar bibe berpirsyariyeke mezin li pêşiyan jinan e. Heta ku pêvajo bigihêje encamê em ê bi berpirsyarî tevbigerin. Em ê têkoşîna rizgariya jinê ya ku Rêber Apo got, ‘Felsefeya min a nîvî maye’ bi encam bikin û rojbûn pîroz be.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.