• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Kedkarê çapemeniya azad Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Yekîtiya Ciwanan: Têkoşîna Denîzan rê nîşanê me dide

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Ji bo Huseyîn Înan, Denîz Gezmîş û Yusuf Aslan meşiyan

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    Denîz Yusuf û Huseyîn li Îzmîrê hatin bibîranîn

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    ‘Kê kujerê Hakan Tosûn diparêze?’

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

    Sînan Bulbul piştî 32 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Heta statuya Rojava mîsoger nebe em ê li ser pêyan bin

Mêrdîn / AW

1 SIBAT 2026 - 18:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Qoserê bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê meşek li dar xist. Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir ê li vir axivî, destnîşan kir ku heta statuya Rojava garantî nebe dê li ser pêyan bin û heta azadiyê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Bi deh hezaran kesên li Qada Azadiyê kom bûn li vir dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê” , “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Gel bi berzkirina dirûşme û sirûdan piştgirî da berxwedana Rojava. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Giştî Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk di nav de bi hezaran kes tev li meşê bûn. Girseya ku bi pankarta “Bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk em 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin” hilgirtin û dowîzên ku li ser “Jin jiyan azadî” , “Rojava xeta me ya sor e” dinivîsî û wêneyên keziyên hunandî yên şervanên YPJê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Girseya ku ji Qada Azadiyê dest bi meşê kir bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” , “Bijî berxwedana Kobanê” , “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û sirûdên şoreşgerî heta Qada Newrozê meşiya. Girseyê li vir jî dirûşm berz kir.

‘Çirûska ku li Rojava geş bûye li çar aliyê Kurdistanê bûye agirekî azadiyê’

Li vir ewilî aktîvîsta TJAyê Hatîce Oncu axivî. Hatîce Oncu diyar kir ku dema berxwedana Rojava dinya hejand mirovahiyê dît ku vîneke azad dikare bibe ronahî û wiha got: “Em ê îro li vir nîşan bidin ku ev çîrûska ku li Rojava geş bûye li çar aliyê Kurdistanê û hemû cîhanê bûye agirekî azadiyê ku tu carî neyê vemirandin.” Hatîce Oncu bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û wiha domand: “Girtina deriyê sînor tenê astengkirineke fizîkî nîne ev êrişeke li ser rûmeta mirovahiyê ye. Em ji vir bang dikin ku demildest hemû deriyên sînor werin vekirin da ku derman û xurek bigihin gelê me.”

‘Parastina Şoreşa Rojava parastina nasname û hebûna jinan bi xwe ye’

Hatîce Oncu destnîşan kir ku parastina Rojava parastina zarokan û mafên wan e û wiha pê de çû: “Êşa çiqas mezin be jî berxwedana me jî ewqas bikok e. Çeteyan xwestin bi birîna keziyên şervanan vîna me bişikînin. Lê wan tiştek ji bîr kiribû ew ew kezî koka me ya hezar salan e. Piştî ku keziyên şervanan hatin birîn jinan li tevahiya cîhanê ew kezî ji nûve hûnandin. Ji kolanên Qoserê heta parzêmînên dûr bûn ala azadiyê. Parastina Şoreşa Rojava parastina nasname û hebûna jinan bi xwe ye. Parastina aştî wekhevî û azadiyê ye. Parastina Şoreşa Rojava parastina paradîgamaya birêz Abdullah Ocalan e. Em soz didin ku em ê tora berxwedanê li her tax û kolanê mezin bikin. Heta ku felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ li hemû cîhanê nebe bingeha jiyanê têkoşîna me dê bi vîneke hin xurttir wê berdewam bike.”

Dû re Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz li ser navê platformê daxuyaniya hevpar xwend. Pişt re jî Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî.

‘Gelê Kurd ji bo Rojava bûn yek’

Keskîn Bayindir got ku “dagirkeran sed salan berê digotin em ê Kurdan bikin parçe parçe ku Kurd hevdû nasnekin, zimanê hevdû, çanda xwe, nasnameya xwe nizanibin” û ev tişt gotin: “Lê vaye gelê Kurd ji bo Rojava bûne yek, helwesta wan bûye yek. Mizgînî be ji gelê Kurdistanê re ku ji Ewropa heta Rojhilat ji Silêmanî heta Dêrsimê ji Amedê heta Kobanê Kurd bi yek dengî bi armanca azadiyê, serkeftinê ser pêyan e, ev serkeftin dê bi azadiyê tacîdar bibe. Gelê Kurd bi êrişên hovanê yên DAIŞê û HTŞê 25 roj in li hemû cîhanê li ser pêyan e. Gelê Kurd, gelên Kurdistanê û dostên gelê Kurd çerxa xerab ku dixwestin li ser serê gelê Kurd bigerînin parçe parçe kir.”

‘Peymanê Kurd ji qirkirinê xelas kir’

Keskîn Bayindir bal kişand ser peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate îmzekirin û wiha domand: “Ev Peyman hêza gelê Kurdistanê ye, tifaq û yekîtiya gelê Kurd e, piştgirî û piştevaniya dost û têkoşîna gelê Kurdistan e. Vê peymanê gelê Kurd ji qirkirinê xelas kir û statuya gelê Kurd bi dinyayê da qebûlkirin. Vê peymanê hebûna gelê Kurd bi hêzên dagirker û dinyayê da naskirin. Serkeftin ji gelê me re. Lê hêj xelas nebûye em ê bi yekîtiya xwe şopdarên vê peymanê bin. Lê hêj jî Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye. Zarok ji birçîbûnê dimirin. 25 TIR bi rojane li ber Deriyê Sinor ê Pirsûsê disekinin lê hikumeta Tirk destûr nade ku ew TIR derbasî Kobanê bibin. Heke hûn piştevanên DAIŞê û HTŞê nebin deriyê Kobanê vekin ku ew TIR derbas bibin û gelê Kurd piştevaniya Kobanê bike.”

‘Rêzdar Ocalan bi sekna xwe pêşî li qetlîamê girt’

Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Van 25 rojan tiştek nîşanî me da em bihêz û qewet in. Heke em yek bin, bi tifaq bin û birêxistin bin dikarin mafên xwe bi dest bixin û xwe bi dinyayê bidin qebûlkirin. Em dikarin bigihin statuya xwe. Gelê Kurd ji dinyayê re îlan kir, jiyaneke birûmet û statuya xwe dixwaze. Dijminatiyê û şer naxwaze. Bangwaziya me ji dinyayê û Tirkiyeyê re heye; em ê bi hêz û qeweta xwe banga aştî û azadiyê bikin ji bo mafê xwe, zimanê xwe û pêşeroja xwe têbikoşin. Şerekî bêsînor li pêşiya gelê Kurd bû lê Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan bi sekna xwe rê li pêşiya vê girt, pêşî li vê qetlîamê girt û îro ev peyman hate lidarxistin. Em ji vir rêzdar Ocalan silav dikin.”

‘Heta azadiyê dê ev têkoşîn berdewam bike’

Keskîn Bayindir bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em narawestin narûnin heta ku statuya Rojava garantî nebe, heta ku ev peymana hatiye îmzekirin xal bi xal bicih neyê em narûnin. Em ê her tim piştgiriya statuya xwe bikin, em ê piştgiriya xwişk û birayê xwe bikin. Em ê li vê derê jî li Tirkiyeyê jî ji bo mafê xwe li ser pêyan bin. Heta azadiyê heta serkeftinê dê ev têkoşîn berdewam bike.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

 

 

Etîket: 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanêaktîvîsta TJAyê Hatîce OncuHevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlufer Elîk YilmazKeskîn BayindirMerdinPlatforma Saziyên Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

5 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026
Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

3 GULAN 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

2 GULAN 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Li Amedê deklarasyona 15ê Gulanê hate eşkerekirin

2 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    Rohilat Efrîn: Heta ku mafê jinan mîsoger nebe li Sûriyeyê istiqrar nepêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Qiymeta pincara me nayê zanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Agirê şoreşê venamire: Denîz, Yusuf û Huseyîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezgîn Tanrikulu: Divê desthilat qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceza li pîrozbahiya serkeftina Amedsporê hate birîn!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sevîm Bîçîcî: Em ê yekîtiya neteweyî kolan bi kolan ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Amedî: Aştî bi vîna gel û Rêbertiya wê pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (151)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne