Jinan di mîtînga fînalê ya TJAyê ku li Wanê ji bo 8’ê Adarê li dar xistin de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Jinan di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de mîtînga fînalê ya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dar xistin. Jinan di mîtîngê de dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin” berz kirin. Di mîtînga ku jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn de jinan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di mîtîngê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin, li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd hatin vekirin.