Parlamenterên Jin ên Kurd ku li Amedê 2 rojan beşdarî konferansê bûn, biryar girtin ku ked, tecrûbe û xebaten xwe di bin torekê de kom bikin û pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29ê Gulanê de li Amedê 1emîn Konferans Parlamenterên Jin ên Kurd li dar xist. Aktîvîsta TJAyê Mizgîn Irgat, anî ziman ku konferanseke serkeftî bû û got: “Di konferansê de mijara yekîtiya neteweyî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê derket pêş.”
Di navbera dîroka 28-29 Gulana 2025an de konferansa parlamenterên Jin yên Kurd bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” pêk hat. Tevgera Jinên Azad (TJA) 1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li Amedê pêk anî. Jinan di roja ewil de serpêhatiyên xwe parve kirin. Di roja duyemîn de jî atolye li dar xistin. Konferans, bi xwendina encamnamê bi dawî bû. Ji demên borî û heta îro parlamenterên jin ji çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewropayê tevlî konferansê bûn. Di konferansê de destkeftiyên jinan wekî mekanîzmayên xweser û modelên ku jinan afirandine ji bo pirek nû a tecrûbeyên yekitiyê bû mînak.
Jinan wekî Parlamenterên Jinên Kurd bal kişandin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Civaka Demokratîk û Aştiyê. Jinan xwest berpirsiyarî û pêşengtiya banga Abdullah Ocalan bigrin li ser milê xwe û vê pêvajoya aştiyê birêve bibin. Jinan di encamnameyê de xebatên ku dane pêş xwe wiha rêz kirin:
* Ji bo li dijî tundiya li ser jinan, di her qadê de mekanîzmayên têkoşîna hevpar û torên rêxistinbûnê ava bikin.
* Dîrok û bîra têkoşîna jinên Kurd ava bikin.
* Tevî cihêrengiyên jinên Kurd, ji bo amadekirina daxuyaniya polîtîk a yekitiya neteweyî bixebitin.
* Li her deverê, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî, ziman û çandê bi hevparî biparêzin.
* Ji bo ku parlamenterên jin ên Kurd di siyaseta demokratîk de ji bo avakirina aştiyê helwesteke hevpar pêş bixin, komên xebatê ava bikin.
* Hevserokatî û temsîliyeta wekhev, wekî mekanîzmayek ku civak û siyasete diguherîne û vediguherîne, li her parçeyê nayê sepandin. Ji ber vê yekê, ji bo ku têkoşîna jinan karibe partiyên siyasî veguherîne, têkoşîna ji bo pêkanîna kota jinê ya ji sedî pêncî di organên biryargirtinê û temsîliyeta partiyan de bimeşîne.
* Parlamenterên jin ên Kurd, bi têkoşîna xwe ya li dijî mêrserwerî û her cûre cudaxwaziyê re, ji bo avakirina aştiyê qadên xebata hevpar bibînin û xebatên xwe rêxistin bikin, biryar dane ku Tora Parlamenterên Jin ava bikin.”
Pêdivî bi yekîtiya jinên Kurd heye
Aktivîsta TJAyê Mizgîn Irgat têkildarî armanca konferansê û niqaşên ku di konferansê de derketin pêş ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Mizgîn Irgat ewil li ser armanca konferansê rawestiya û wiha got: “Ji bo yekîtiya neteweya Kurd, pêdivî bi yekîtiya jinên Kurd heye. Dîsa li dijî tundiya li ser jinan pêdivî bi rêxistinkirin û parastina jinan heye. Li dijî hişmendiya baviksalarî û zayendperestî bi salan e têkoşînek heye. Bi salan e zext li ser jinê didomin. Li dijî vê ferasetê têkoşînek xurt jî heye. Her roj derbas dibe, berxwedan mezintir dibe. Em dibînin ku dema jin yekîtî û pergala xwe ava bike, pirsgirêkên civakê jî çareser dike.”
Armanc kolektifkirina xebat û keda jinê ye
Mizgîn Irgat, bal kişand ser kolektifkirina xebatên jinan û wiha lê zêde kir: “Ya gîrîng em çawa dikarin hemû jinên Kurdistanê beşdarî van xebatan bikin û xebatên wan bêtir kolektif bikin. Armanc kolektifkirina xebatên jinan û parvekirina tecrûbeyan e.”
Mizgîn Irgat, li ser niqaşên di konferansê de jî rawestiya û da zanîn ku berê di gelek parlamenterên welatan de jinan cih digirtin û got: “Lê ev cih girtin, çawa bû? Li dijî kijan alozî û destkeftiyan rawestiyan. Bertekên xwe çawa anîn ziman. Ev mijar hatin niqaşkirin.”
Mizgîn Irgat, anî ziman ku di roja duyemîn de 4 atolye pêk hatin û got: “Jinan di atolyeyên cuda de gelek mijarên girîng niqaş kirin. Di her atolyekê de encamnameyek derket. Encamnameyên tevan komî ser hev bû. Mijarên gelek girîng derketin holê. Jinê hetae niha bi kijan rê û rêbazê li dijî tundiya mêr a li dijî jinê têkoşiya ye. Li dijî pergala baviksalarî têkoşînek çawa pêş xistiye, niqaş kirin. Dîsa mijara ‘Em dikarin çawa têkoşîn û xebatên xwe hevpar bikin’ hat niqaşkirin. Ji niha û şûnde em ê çawa van xebatan bi hevre pêş bixin. Ev mija hatin niqaşkirin. Li ser YekîtiyaNeteweyi jî niqaş pêş ketin. Di encamnameyê de rê û rêbazên ku jin çawa dikarin pêşengiya Yekîtiya Neteweya Kurd bikin derket holê. Di hemû niqaş û komxebatan de derket holê ku ev xebat û nirxandin tenê li vir nemîne û em li her qadê têxim pratîkê. Hat xwestin ku torek bê avakirin. Li ser vê torê ji başûr, Rojava, Rojhilat û Ewropa jin karibin xebatên xwe kom bikin. Divê herî kêm salê carekê jinên parlamenter li hev kom bibin.”
Têr û tijî derbas bû
Mizgîn Irgat, bilêv kir ku ev konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd xebateke yekem e pêk tê û ev agahî dan: “Bajarê Amedê cara yekem e konferanseke bi vî rengî pêşwazî dike. Du rojên têr û tijî derbas bûn. Kelecan û moraleke pir mezin hebû. Hemû beşdarên konferansê xwedî moraleke mezin bûn. Konferans di roja duyemîn de bi moraleke mezin qetiya. Di roja yekemîn de zêdeyî 100 jinên parlamenter û nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.Dîsa bi rêya zoomê jin ji Şengal, Rojava û Ewropayê beşdar bûn. Ji girtîgehan jî Semra Guzel û Leyla Guven bi nameyan beşdarî konferansê bûn. Di roja yekem de tişta balkêş axaftina Leyla Zana û Gultan Kişanak bû. Her du parlamenter jî wekî sembol di hafizayan de cihê xwe digirin. Ji Başûr jî parlamenter beşdar bûn. Parlamenterên başûr jî qala serpêhatiyên xwe kirin û bandor li ser pêkhateyan kirin. Beşdaran serpêhatiyên xwe anîn ziman. Konferans ji 4 rûniştinan pêk hat. Her kesên ku derketin kursiyê bi qasî 3 deqîqeyan serpêhatiyên xwe parve kirin. Dîsa tecrubeyên xwe yên parlamentoyê parve kirin. Astengî û zahmetiyên ku di parlamentoyê de derketin pêşberî wan anîn ziman. Kelecan pir zêde bû.”
Konferans dîrokî bû
Herî dawî Mizgîn Irgat diyar kir ku piştî niqaşên du rojan encamnameya konferansê bi raya giştî re hat parvekirin û wiha bi dawî kir: “Îro çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk tê niqaşkirin. Jin ji bo çareseriya demokratîk bi biryar û kelecan in. Jinên ku erka parlamenteriyê hilgirtine ser milê xwe, hewl didin ku ji pirsgirêkên civakê re bibin bersîv. Ji niha û şûnde divê ji berê xurttir û bêtir bi rêk û pêk karibin vê peyvirê pêk bînin û vî barî hilgirin. Ji bo karibe li dijî tundiya li ser jinê û wekheviya civakê divê bêtir têkoşînê xurt bike. Dîsa erka duyemîn jî divê ji bo yekîtiya neteweyî bêtnir bi rêk û pêk bixebite û erka xwe bi cih bîne. Jin çawa dikarin bibin pirek mezin û çawa dikarin vê nexşeyê vekin û çawa dikarin li çar aliyan xebatên xwe pare bikin. Konferanseke dîrokî bû. Ev destpêk bû. Dê hiqaş bidomin. Gelek pêşniyar hatin kirin. Gelek axaftin hatin kirin. Dê di demên pêş de xebat xurttir û zelaltir pêş bikevin. Di 2 rojan de konferanseke serkeftî pêk hat.”