Ji bo îmzekirina pirtûka rojnamevan û nîvîskar Nagihan Akarsel li Wanê çalakiyek hat lidarxistin.
Ji bo pirtûka rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel a ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê sala 2022yan hat kuştin, bernameya îmzekirinê hat amadekirin. Çalakiya ji bo îmzekirina pirtûka wê ya bi navê “Kül Kokusu (Bêhna Xweliyê)” li ŞanoWanê ya li avahiya Aydin Perîhanê hat birêvebirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli û gelek kes tev li bernamê bûn.
‘Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin’
Berî îmzekirina pirtûkê, endama Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica axivî û da zanîn ku pergela mêrperest dixwaze pênûs û têkoşîna jinan têk bibe û wiha got: “Em wek şopînerê û hevrêyên Nagihanê li vir in û em ê têkoşîna Nagihanan bidin berdewamkirin. Yên ku Nagîhan kuştin bila baş bizanibin ku em ê wek jinên azad tu carî pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin û em ê dîrokê binivisînin.”
Bi du axaftinê re nivîskar Rojbîn Perîşan û Leyla Saraç pirtûka Nagîhan Akarsel ji bo xwîneran îmze kirin.