Kadîr M. yê ku ji sûcê tacîza zarokekî dihat darizandin, derket pêşberî dadgehê. Dadgehê du cezayên cuda birî û negirt.
Danişîna biryarê ya doza Kadîr M. yê 52 salî ku li navçeya Silopiyayê esnafiyê dike, ji sûcê ku tacîza zarokê bi navê K.E. kiriyê li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Komîsyona Mafên Jinan û Zarokan a Şirnexê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û malbata zarokê mexdûr beşdarî danişînê bûn. Sûcdar û parêzerê wî jî li salona dadgehê amade bûn.
Ewil Kadîr M. parastin kir. Piştî parastina Kadîr M. ji Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr parastina zarok kir. Emîne Ozdemîr diyar kir ku sûcê Kadîr M. kiriye hatiye îspatkirin û xwest bê cezakirin. Piştî îfadeyên parastinê, heyetê navber da û piştre biryara xwe aşkere kir.
Şandeya dadgehê ewil 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li Kadîr M.birî. Piştre ji bo li pey hev tacîz kiriye 9 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî. Her wiha dadgehê biryara derketina derveyî welat da Kadîr M. û biryar da ku negirtî bêdarizandin. Şandeya dadgehê ceza taloq kir.
Çi bibû?
Li navçeya Silopiyayê esnafê 52 salî Kadîr M. di 17ê kanûna 2021an de li pey hev tacizî zarokê 8 salî kiribû. Piştî zarok bûyer bi mamosteyê xwe re parvekiribû li ser giliyê malbata zarok di der barê Kadîr M. de doz hatibû vekirin. Kadîr M. negirtî, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bi îdîaya “îstîsmara zayendî ya li pey hev” dihat darizandin.
Kadîr M. di duyemîn danişîna dozê ya 27ê Îlonê de beraat kiribû. Piştre li heman taxê P.O., R.E. C.E îdîa kirin ku Kadîr M. zarokê bi navê K.E. tacîz kiriye. Malbata zarok li ser îdîayê serî li Serdozgeriya Silopiyayê dabû. Piştî serîledana malbatê di der barê Kadîr M. de 3 lêpirsînên cuda hatibûn vekirin. Kesê bi navê D.D yê ku navê wî di dosyayê de derbas dibû jî beraat kiribû.