• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Karkerê bi Kurdî axivî ji kar hat avêtin

Amed / AW

15 ÎLON 2025 - 09:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Karker Baran Temîzaltin ê di şirketa ‘MY Grup’ê de dixebitî, ji ber ku bi hevalekî xwe re bi Kurdî axivî, di servîsa şirketê de rastî êrişa ajokar û karkera xwaringeha şîrketê hat û pişt re jî ji kar hate avêtin.

Karker Baran Temîzaltin, li Tekîrdagê girêdayê şîrketa “Argon a Pîşesazî û Bazirganî Şîrketa Anonîm” a girêdayî “MY Grup” ê de dixebitî. Lê di 6ê Îlonê de dema bi hevalekî xwe re bi Kurdî axiviye rastî êrişê hatiye û di 8ê îlonê de ji kar hatiye avêtin. Baran Temîzaltin û Aktivîstê Zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli di derheqê êrişê de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Hûn nikarin Kurdî biaxivin’

Karker Baran Temîzaltin diyar kir ku dema ji kar derketiye bi servîsa şirketê vedigeriya malê û di servîsê de bi hevalekî xwe re Kurdî axiviye ji ber vê rastî êrişê hatiye û got: “Ajokarê xizmetê got ‘yên Kurdî diaxivin bila servîsa li min siwar nebin. Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin’. Ji ber vê êrişê ez pir aciz bûm. Ez ji kar jî derxistin, gelekî xemgîn bûm.”

‘Divê ku êdî ev êrişên nijadperest pêk neyên’

Baran Temîzaltin da zanîn ku êriş liser ziman nayên qebûlkirin û axaftina xwe wiha domand: “Vê bûyerê em pir acizkirin. Ji xwe me roja 12ê Îlonê li Çerkezkoyê li ber şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê da. Ez dixwazim ku ew mijar baş bê fêmkirin.”

‘Em şermezar dikin’

Aktivîstê Zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli jî bertek nîşanê êrişa li dijî Baran Temîzaltin hatiyî kirin da û got: “Ji bo wê mijarê me daxuyaniya çapemeniyê da. Xeynî wê jî, bi alîkariya DEM Partiyê me di derheqê êrişkar de serlêdana sûc kir. Em ê bi tu awayî van êrişên li ser zimanê Kurdî qebûl nekin. Ev nêzakatiya li hember Kurdî ji polîtîkayên sîstemê, dewletê çavkaniya xwe digrin. Ev sed sal in dibêjin yek ziman, yek al, yek milet diderkevin pêş me. Zimanê kurdî zimanekî qedîm e. Teqez em van êrişan qebul nakin em şermezar dikin.”

‘Yên ku azadiyê dixwazin divê bertek nişan bidin’

Aktivîstê Zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli da zanîn ku di pêvajoya Aştî û Civak a Demokratîk de jî êrişên li ser zimanê kurdî kêm nebûne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bangawaziya me ew e, kesên ku dildarên jiyanê, azadiyê ne divê li hember van bûkyeran derkevin. Sazî ûrêxistinên demokratîk divê bertek nîşan bidin. Ji ber ku ev êriş li Edeneyê, Îzmîrê û herî dawî li herêma Trakyayê qewimî. Li her bajarî eriş çêdibin, mirovên me birîndar dikin, sedem jî zimanê kurdî ye, ev nêzîkatî jî li dijî mirovahiyê ye. Mirov çawa ji bo zimanekî dibe xwînmêj? Mirov çawa har dibe? Em dixwazin kesên ku demokrat yê wekheviyê diparêzin saziyên demokratîk, mirovên azadiyê dixwazin bertekê xwe nişan bidin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

CENTCOMê dîmenên lêdana keştiyên Îranê parvekirin

CENTCOMê dîmenên lêdana keştiyên Îranê parvekirin

11 ADAR 2026
Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

10 ADAR 2026
100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

10 ADAR 2026
Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

10 ADAR 2026
Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

10 ADAR 2026
DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

DYAyê ji bo binesaziya petrolê hişyariya ‘rawestandina êrişan’ da Îsraîlê

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne