Karkerên DEDAŞê li Şirnexê êrîşî welatiyan kirin û 3 jin birîndar kirin.
Li gundê Dehlabî yê Şirnexê karkerên DEDAŞê bi hinceta cezayê pere birînê ketin nava gund. Piştî berteka gundiyan di navbera şêniyên gund û karkeran de gengeşî derket. Di gengeşiyê de jinên bi navê Sîbel Guleş, Belkis Guleş û Berfîn Guleş birîndar bûn.
Piştî gengeşiyê cendermeyan bi ser gund de girt û welatiyên bi navê Mevlan Guleş,Vedwt Guleş, Tahir Guleş û Reşît Guleş binçav kirin.
Li gor çavkaniyên gund karkerên DEDAŞê ji bo gelek malên gund cezayê pere biriye. Her wiha ceryana gund bi tevahî hatiye birîn.
Her wiha kesên hatine binçavkirin birine 23emîn Fermandariya Cendermeyan a Sînor. Piştî bûyerê cenderme ji gund derketin.