Karwanê girtiyan ku ji Helebê derket rê gihişte Şedadê. Li aliyê din malbat ji bo pêşwazîkirina girtiyan li Hesekê kom dibin.
Di çarçoveya Peymana 29ê Çileyê de pevguhartina girtiyan berdewam dike. Karwanê girtiyan ku ji serê sibê ji Helebê derkete rê, gihişte navçeya Şedadê ya Hesekê. Karwanê ji 397 girtiyan pêk tê bi otobêsan dê di ser Şedadê re bigihin bajarê Hesekê. Karwan dê li Xaçerêya Sebax a Hesekê, ji aliyê malbatên wan û gel ve were pêşwazîkirin. Malbatên ku bi mehan e di nava kelecan û bendewariyê de bûn, niha ji bo dîtina zarokên xwe berê xwe dane qada pêşwazîkirinê.













