• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Rojnameyên Ereb ser rojeva siyaseta Iraqê û jinên Afgan sekinîn

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    Şandeya Şengalê li Bexdayê rewşa Êzidiyan nîqaş kir

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    ‘Divê statuya birêz Ocalan bê diyarkirin û dikaribe bi rola xwe rabe’

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Dayikên Aştiyê: Dewlet rast nêzîkî pêvajoyê nabe

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

    Welatiyên Wanê: Dibêjin dibêjin lê napêjin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kaya: Divê li Sûriyeyê aramî û aştî pêk were

Amed / AW

10 ÇILE 2026 - 13:15
Kategorî: ROJANE
A A
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya di civîna bi rojnamegeran re diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi erênî pêş bikeve ku bandorê li ser aboriya Kurdistan û Tirkiyeyê bike û xwest ku şerê li Sûriyeyê bisekine û aramî û aştî serwer bibe.

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û pêkhateyên xwe bi minasebeta 10ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin li Navenda Gastronomî ya DTSOyê bi rojnamegeran re civîna taştê li dar xist. Piştî ezimandina taştê ya rojnmegeran, daxuyanî hate dayîn.

Pêşî endamê Desteya Şêwrê ya Bilind a DTSOyê Burç Baysal daxuyanî xwend û bal kişand ser 10ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin û got ku bi wesîleya rojê kêfxweş in ku li gel rojnamegeran civiyan e û vê rojê li kedkarên çapemeniyê pîroz dikin. Burç Baysal anî ziman ku rojnamegerî tenê ne pîşeyek e di heman demê de berpirsiyariyek civakî ye, fedakariyê dixwaze û rojnamegerî peywîrek feydeya ji bo raya giştî ye.

‘Pêvajo dê bandorê li ser aboriya Tirkiyeyê bike’

Piştre Serokê DTSOyê Mehmet Kaya axivî û di destpêka axaftina xwe de 10ê Çile li rojnamegeran pîroz kir û got çapemenî di her warî de bi rolek girîng radibe. Kaya bal kişand ser xebat û karên ku odeya wan di salekê de kiriye û amarên xebata di bin banê odeya wan de hatine kirin parve kir. Kaya her wiha got ku odeya wan dixwaze aboriya Amedê bi pêş ve bibe û di her warî de ji karsaz û esnafên Amedê re bibe alîkar. Kaya bal kişand ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û got ku heke pêvajo bi awayekî erênî û serkeftî pêk were dê aboriya Amedê, aboriya welat jî baş bibe û dê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bandorek erênî li her qadên jiyanê bike.

‘Divê li Sûriyê aramî pêk were’

Kaya bal kişand ser şerê li Helebê diqewime û got ku ew li Sûriyeyê şer naxwazin dixwazin aramî, aştî û pêkhate hemû di nav hev de bijîn û li şûna şer aştî were bicihkirin. Kaya destnîşan kir ku ew dixwazin deriyên sînorî yên li ser binxetê û serxetê ango di navbera Bakur û Rojava de jî bên vekirin û danûstandina aborî û civakî li pêş bikeve. Mehmet Kaya diyar kir ku bi taybetî ew dixwazin deriyê sînor ê di navbera Qamişlo û Nisêbinê de bê vekirin.

‘Em dixwazin deriyek din jî were vekirin’

Mehmet Kaya anî ziman ku pêwendî û danûstandinên wan ên bi Herêma Kurdistanê re hene û dixwazin ev danûstandinên aboriyê baştir bibin. Mehmet Kaya bi bîr xist ku Deriyê Sînor ê Xabûrê têrê nake û xwest ku deriyek din jî were vekirin ku çûnehat gelek hêsan bibe.

Mehmet Kaya herî dawî destnîşan kir ku rêxistinê xwe fesix kiriye û divê hikûmet jî li gorî vê hesasiyetê tevbigere û pêvajo ji bo feydeya gel bi pêş ve biçe.

Etîket: 10ê Çileyê Roja Rojnamegerên DixebitinDTSOSerokê DTSOyê Mehmet Kaya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DTSO: Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê di 31ê Adarê de bê vekirin

DTSO: Deriyê Sînor ê Nisêbînê dê di 31ê Adarê de bê vekirin

27 SIBAT 2026
Kaya: Krîza aborî bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye

Kaya: Krîza aborî bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye

19 ÇILE 2026
DEM Partiyê serdana rojnamegeran kir

DEM Partiyê serdana rojnamegeran kir

10 ÇILE 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Nabe ku Kurd sedsalek din jî têk biçin

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Nabe ku Kurd sedsalek din jî têk biçin

8 ÇILE 2026
Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

Ji DTSOyê piştgiriyeke bi wate ji bo Amedsporê

10 KANÛN 2025
Li Key Mayê her tişt bi destê komuna jinan dipije

Li Key Mayê her tişt bi destê komuna jinan dipije

6 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    Di salvegera pêvajoyê de peyama nû ya Abdullah Ocalan hate xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan di peyama xwe ya nû de çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên aştî û azadiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyê nû yê Abdullah Ocalan hate belavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Altan: Komploya li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Heta ku Tirkiye bi temamî venekişe li Sûriyeyê aramî ne pêkan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em bi tilîliyên xwe 8ê Adarê pîroz bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (982)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne