Ji kadrotên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî tên bibîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî tên bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes tev li bîranînê bûn. Ji bajar û navçeyên derdorê jî gelek welatî ji bo beşdarî bîranînê berê xwe dan Amedê. Bi hezaran kes li qada bîranînê kom bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Jin, jiyan, azadî” tên berzkirin.
Bîranîn li Qada Şêx Seîd didome.