Li gorî daneyên meha gulanê ya KCDPê 21 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên meha gulanê parvekir. Li gorî rapora KCDPê di meha gulanê de 21 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Di meha gulanê de herî kêm 14 jin ji aliyê endamên malbatên ve hatin kuştin û seranserê salê ev hejmar gihiştiye 86’an.