Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat bal kişand ser rewşa girtîyên nexweş û destnîşan kir ku divê 70 girtiyên ku rewşa wan giran e bi lez bêne berdan.
Li gorî daneyên MED TUHAD-FED û OHDê 631 girtiyên nexweş hene û 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn jî bi salan e di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di 28ê nîsana 2025an de li Amedê eşkere kirin, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 230 girtiyên nexweşiya wan giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn.
Têkîldarê mijarê, Hevserokê Federasyona Komalên Hiquq û Piştevaniyê Ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat ji Ajansa Welat re axivî.
‘Dewlet ji girtiyên siyasî taybettir nêzi girtiyên siyasî yên nexweş dibe’
Kerem Canpolat li ser şert û mercên girtiyan rawestiya û got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde hene. Herî zêde di aliyê tenduristiyê de pirsgrirêkên mezin hene di girtîgehan de. Dewlet ji girtiyên siyasî taybettir nêzi girtiyên siyasî yên nexweş dibe. Girtiyên nexweş pir in, lê nêzî 70 girtîyan nexwaşiyên wan pir giran in û di nav şert û mercên girtîgehan de nikarin jiyana xwe bidomînin. Ev girtiyên nexweş raporê wan ê nikarin di girtîgehan de bimînin hene lê mixabin wexta diçe tiba edlî li dijî van raporan amade dikin û dibêjin ev kesana dikarin di girtîgehan de bimînin. Dewlet û îdareya girtîgehan jî gotinên tiba edlî ji xwe re dikin nîşan. Ev tiştana hemî siyasî ne dixwazin wê îradeyê bişkînin û mirovahîyê û jiyana mirovahiyê bikin bin piyên xwe. Di hindir de li girtîyan li derve jî li malbatên girtîyan îşkence dikin. Herî dawiyê Mustafa Karatepe 30 sal şunde bi nexweşiya giran hate bêrdan lê mixabin jiyana xwe ji dest da. Ev tişt binpêkirina mirovahiyêye. Gelek girtî hene wexta dimîne 2 meh dizanin ne li ser hemdê xwe ye nexweşiya wî giran e û hişmendiya xwe wenda kiriye paşê tên berdan. Hêvî û daxwaza me ew e ku ev girtî zu bên berdan û dest ji van politîkayan berdin.”
‘Armanceke me jî ew e ku em dengê girtiyên nexweş û hemî girtiyên sîyasî bigîhêjînin Komisyonê’
Hevserok Kerem Canpolat diyar kir ku wek Federasyona Komalên Hiquq u Piştevaniyê ya Malbatên Girtî u Hukumxwaran a Med( MED-TUHAD-FED)ê û Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD), parêzer, hiquqnasên bi taybetî li ser rewşa girtiyên nexweş disekinin û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo vê mijarê me bi hevre komîsyonek avakiriye. Daxwaza me ew e em raporên li ser girtiyên nexweş kom bikin û di vê komîsyona ku me avakiriye de bikin yek. Di serî de van raporan ji komelên kû mirovahîyê diparêzin, demokratan, sazîyên sivîl re parve bikin. Piştî parvekirinan em dixwazin van raporan bi dewletê re û hiquqnas û tenduristvan û sazîyên demokrat ên Ewoupayê re jî parve bikin. Çalakiyên me didomin her dem, em her dem amadekariya xwe dikin ji bo çalakiyan û armanceke me jî ew e ku em dengê girtiyên nexweş û hemî girtiyên sîyasî bigîhêjînin Komisyona ku li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin û hevdîtinan bikin. Pişt re raporên ku me amade kirine bi wan re parve bikin.
Rastiya dewletê di zindanên wê de ye
Kerem Canpolat anî ziman ku ji bo girtiyan mela, bijîşk û derunnasan dînin û bi nêrînên wan biryara gelo ka girtî bên berdan an na didin. Kerem Canpolat di axaftina xwe a li ser rewşa girtîgehan wiha bi dawî kir: “Piştî 30 salan gazî girtiyan dikin û li gor kesên hatine hilbijartin nêrînan digirin û ew kesan di derheq girtiyan de biryaran didin. Ji girtiyan re dibêjin hûn poşmanin an na, li gor van pirsên ku bersiva wan dizanin, dixwazin kû înfaza girtiyan bê taloqkirin. Me li ser van mijaran gelek kar meşandiye, cihê ku destê me gihîştiyê em çûne her derê. Mixabin dewletê dest ji van politîkayên xwe tu car bernedaye, hin jî berdewam dike. Ev neyartî û derbeya li ser hiquqê ye. Li tu derê cîhanê ev tişt tuneye ku dewletek ji girtiyê 30 sal razayî re bêje tu poşmanî yan na. Ev nayê qebul kirin ew girtî piştî 30 salî çawa ê bibêje ez poşmanim. ji bo nasnama xwe, erkên xwe, doza xwe di girtîgehan de maye. Ev polîtîka tenê bo Kurdan tê meşandin. Me hêvî dikir bi pêvajoya çareseriyê a demokratîk re ev politîka bê guhertin lê mixabin tu germahîya pêvajoyê negihîştiye girtîgehan. Berê çi politîka hatiye meşandin li zindana dîsa ew polîtîka têne meşandin. Bi van politîkayan li malbatên girtiyan jî îşkence tê kirin. Mirov heger dixwaze politîqaya dewletê bibîne bila berê xwe bide zindanên wê dewletê. Heger em dixwazin îro di aliyê dewletê de pêvajo di çi astê de ye bibînin em berê xwe bidine zindanan. Rastiya dewletê di zindanên wê de ye. Daxwaza me ew e ku hemî girtî bên berdan û ciwak jî xwedî vê pêvajo û girtîgehan derbikeve.”