• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 12ê HEZÎRANA 2026an

    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Resepsiyona Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate lidarxistin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

    Bi dronan êrişî depoyeke dexlûdan a Qûştepeyê hate kirin

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Çavê cîhanê li wir bû’

Omer Demîr / AW

13 TÎRMEH 2025 - 09:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat têkildarî merasîma îmhakirina çakan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk diyar kir ku divê dewlet gavê PKKê wekî qelsî pênase neke û got: “Ev agir agirê aştiyê ye.”

Piştî banga 9ê Tirmehê ya Rêberê Gelê Kurd a bidîmen, 30 endam û rêveberên PKK û KCKê ji bo bersivê bide bangê, bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk merasima çêkîmhakirinê pek anîn. Li Bakurê Kurdistanê jî gelek sazî, siyasetmendar, nivîskar û rojnameger tev li merasîma PKKê ya dîrokî bûn. Di nav wan kesan de Hevserokê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Kerem Canpolat jî hebû. Kerem Canpolat têkildarî merasîmê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Çavên cîhanê li wê merasîmê bû’

Kerem Canpolat diyar kir ku beşdariya merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk gelek watedarbû û wiha axivî: “Her kes gelekî bi kelecan bû. Şeva beriya merasimê ji kelecanê gelek kes nekarîbû razê. Sibehî em çûn cihê merasîmê. Ji gelek cihên cuda gelek kes hatibûn. Çavên cîhanê li wê merasîmê bû. Di dîroka Kurdistanê de tiştekî wîsa cara yekemîn pêk hat. Dema gerîlayên PKKê hatin di nava beşderwanan de hem xemgînî hem jî coş hebû. Ev 50 sal in êşa şer gelek hat kişandin. Li vir jî ew êş hat xuyakirin. Hat hîskirin ku di rojên pêş de gavên mezin dê bêne avêtin. Dayîkên şehîdan jî li vir bûn. Kurdan gavên pir balkêş û mînak avêtin. Bi keda zarokan Kurdan Rojhilata Navîn dê bibe sedsala azadiyê.”

‘11ê Tirmehê bû agirê aştiyê’

Kerem Canpolat destnîşan kir ku ji welat ên cîhanê gelek kesên navdar hatin beşdarî merasimê bûn û wiha pê de çû: “Gerîlayên hatin tav li merasimê bûn, bawer bûn ku dê şer bê rawestandin. Bi xwe bawer bûn. Divê em jî wekî civak wê baweriyê bijîn. Divê kesên ku tev li merasîmê bûn ji îro şunde ji bo aştiyê sed katî bixebitin. Kesên ku şahîdên roja dîrokî bûne şev û rojên xwe bikin yek û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebitin. Divê ev vîna ku çakên xwe avêtine agir bêne famkirin. Dîrok li vir hat nivîsandin. Kurdan bi agir Dehaqê zilmkar hilweşandin. 11ê Tirmehê jî bû agirê aştiyê.”

‘Divê komîsyon bên avakirin’

Kerem Canpolat anî ziman ku divê pirsgirêka Kurd di zagonan de were qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gûman di serê civakê de heye. Tiştên ku ji gelê Kurd hat xwestin gelê Kurd pêk anî. Ji niha û şûnde divê dewlet gav biavêje. Li meclisê hîn komîsyon ava nekiriye. Divê meclis komîsyonê ava bike û bixebite. Divê ev pirsgirêk li meclisê bê çareserkirin. Divê maf û çandê kurdan wekî fermî bê naskirin. Kurdan ji bo aştiyê her tişt kir. Divê ev merasim wekî qelsî neyê dîtin. Divê wekî vîna azad bê dîtin. Vînek derketiye holê. Dayîkên ku hestiyên zarokên xwe nedîtiye li vir aştiyê dixwestin. Divê dewlet jî wan tiştan bibînê. Kurdan her tiştî dît, lê tenê aştî neditine. Divê ev sedsal ji bo Kurdan bibe sedsala aştî û azadiyê.”

Etîket: Abdullah OcalanKerem CanpolatKoma Aştî û Civaka DemokratîkMED DUHAD-FEDpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

9 HEZÎRAN 2026
82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

82 Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê kirin

9 HEZÎRAN 2026
Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

8 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

Abdullah Ocalan: Gihiştina civaka demokratîk bi demokrasiya herêmî pêkan e

8 HEZÎRAN 2026
Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

Akademîsyen Yegen: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê statuya Ocalan bê diyarkirin

8 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Kopê şitil li jinan belav kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (322)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne