• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Ji bo Muslim dê li Qamişloyê merasîm pêk bê

    DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

    DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

    Otomatik taslak

    SESa Amedê: Heya pirsgirêk çareser dibin dê çalakî bidomin

    36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn 

    36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn 

    Dronek xwekuj li Silêmaniyê ket: Zarokek birîndar bû

    Dronek xwekuj li Silêmaniyê ket: Zarokek birîndar bû

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    Ji bo Muslim dê li Qamişloyê merasîm pêk bê

    DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

    DFGê Nazim Babaoglu bi bîr anî

    Otomatik taslak

    SESa Amedê: Heya pirsgirêk çareser dibin dê çalakî bidomin

    36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn 

    36 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn 

    Dronek xwekuj li Silêmaniyê ket: Zarokek birîndar bû

    Dronek xwekuj li Silêmaniyê ket: Zarokek birîndar bû

    Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    ‘Salih Muslim, dengê rasteqîn ê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keşeyê Dêra Protestan: Heke Kurd têk biçin dê Mesîhî jî têk biçin

Fexredîn Kiliç / AW

23 ÇILE 2026 - 09:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker êrişên li ser Rojava şermezar kirin wiha bang li welatên mesihî kir: “Pêşeroja wan girêdayî Kurdan e, heke Kurd têk biçin ew jî dê têk biçin. Lazim e xwe kerr nekin û piştevaniya gelê Kurd bikin.”

Çeteyên HTŞê, DAIŞê û SMOyê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji 6ê Çileyê ve êrişî gelê Rojava dikin. Li dijî van êrişan Kurd li serenserê Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê dadikevin kolanan û van êrişan şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan didin. Rêveberiya Rojava li hemberî êrişan seferberî ragihand û li her çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê nerazîbûn belav dibin. Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker ji ajansa me re axivî û êrişên li ser Rojava şermezar kir û destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî êrişan bibe yek.

‘Ev neheqiya li ser Kurdan gelekî mezin e’

Ender Peker diyar kir ku dilê wan gelek bi êrişên li ser Rojava diêşe û wiha got: “Ez weke Kurdekî xirîstiyan li vir im, li Nisêbînê li hemberî Qamişloyê sekinîne. Ev neheqiya li ser Kurdan gelekî mezin e. Li wir hem miletê me yê Kurd heye hem weke ol miletê me yê Mesîhî heye. Lê Kurd heta niha weke netew nehatiye bahev. Gelek parçe parçe bûne dilê min bi vê yekê jî diêşe. Ji ber vê yekê divê Kurd nebêjin ev ji vê partiyê an ji vê hizbê ye. Ji bo Kurdan partî û hizbitî ne lazim e. Heta ku Kurd neyê bahev dê her ev tişt were serê gelê Kurd. Ji ber vê yekê divê her tiştî deynin milekî li cem xwişk û birayên xwe yên Kurd bisekinin. Heke ev yek pêk hat dê çêbibe heke pêk nehat dê rewş xerabtir bibe.”

‘Gelê Kurd bibe yek dê ev êriş bisekinin’

Ender Peker destnîşan kir ku heke gelê Kurd bibe yek û hêza xwe nişan bidin dê ev êriş bisekinin û wiha domand: “Çima peyam hate weşandin ku çar rojan agirbest ragihandin. Ji ber ku Kurd li wir sekinîne bi cihekî ve neçûne. Lazim e yek gav bi peş ve neavêjin. Heke bi paş ve gavavêt dê dawiya wî jî were. Bidestxistina maf ne di destên neteweyên din de ye. Em hêvî nekin ku dê maf bidin me. Maf tu distînî ne ku ew dite te. Heke tu li cihê xwe sekinî berdela wê çi bibe bila bibe dê ew maf were dayîn. Niha çapemenî heye çi bê serê kê em temaşe dikin. Ji ber vê yekê li wir jî çi biqewime hemû dinya dibîne. Wijdana dinyayê dê heta derekê bisekine, pişt re dê ba bi ber te ve were. Ji ber wê lazim e Kurd li cihê xwe bisekine, piştevaniya hevdû bikin miletê Kurd û miletên ku tên perçiqandinê lazim e xurt bibin. Li wir mesihiyên me jî hene, dilê me bi wan gelek diêşe, Ermen, Suryan, Protestan hene. Pêşeroja wan jî girêdayî Kurdan e, heke Kurd têk biçin ew jî dê têk biçin. Bi hev re dijîn. Li milê Hesekê, Qamişloyê û Dêrikê ne. Gelek miletê me yê Mesîhî jî hene. Pêşeroja wan girêdayî gelê Kurd e ne girêdayî terorîstên DAIŞê an HTŞê ye.”

‘Gelê Kurd ji bo wan li hember DAIŞê sekinîn’

Ender Peker têkildarî êrişên li ser Rojava ev bang kir: “Bi taybet bang li welatên mesihî ku Kurdan ji bo wan başî kiriye li hember DAIŞê sekinîn 15 salan li ber xwe dan, hatin kuştin dikim; heke îro hûn Kurdan di nîvê rê de bihêlin êdî tu kes baweriyê bi we naîne. Lazim e xwe kerr nekin û piştevaniya gelê Kurd bikin.”

 

Etîket: êrişên ser RojavamesîhîRojavayê Kurdistanêseferberiya li Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

Ji bo Muslim dê li Qamişloyê merasîm pêk bê

12 ADAR 2026
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

12 ADAR 2026
Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

Heyva Sor a Kurd li Kobanê alîkarî belav kir

10 ADAR 2026
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

10 ADAR 2026
‘Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere’

Koçberên Efrînê îro derdikevin rê

9 ADAR 2026
Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

Li Kobanê noqteya nobetê ya hevpar rastî êrîşê hat

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

    Salîh Muslîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Yek ji kedkar û pêşengê şoreşa Rojava: Salih Muslim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûrê Newroz bi meşaleyan hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Têkoşîna Rewşan û Mazlûman bi Rêbertiya Ocalan bû manîfestoya azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan nîşan da ku Stenbol êdî bajarê herî mezin ê Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (455)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne