Enqerê – Şaxên Platforma KESKê yên Enqerê li dijî komkujiya li Xazeyê tevî astengiya polîsan çelenga reş danî pêş deriyê balyozxaneya Îsraîlê û êrişên Îsraîlê şermezar kir.
Şaxên Platforma Konfederasyona Sendikaya Karkerên Cameweriyê (KESK) yên Enqereyê li dijî komkujiya Îsraîlê ku li dijî welatiyên Filîstîn ên Xazeyê pêk anî, li pêş Balyozxaneya Mezin a Îsraîlê, li Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên sendîkayên giredayî KESKê beriya daxuyaniyê xwestin ku çelenga reş bidin pêş deriyê Balyozxaneyê. Lê polîsan mudaxale kir û nehiştin. Li dijî vê yekê endamên Sendîkayê bi dirûşmeyên, “Kujer Îsraîl hevkar AKPê”, “Kujer Îsraîl bicehme li Rojhilata Navîn” û “Bijî berxwedana Filîstîn” berz kirin. Ji ber endamên sendîkayê israr kirin, di navbera girseyê û polîsan de alozî û pevçûn derket. Girseyê tevî astengiya polîsan dîsa çelenga reş danî pêş dîwarê Balyozxaneyê.
Girseyê piştî çeleng danî, daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Giştî KESKê Ayfer Koçak daxuyanî da û komkujiya Îsraîlê ku li dijî gelê Filistinê pêk anî şermezar kir. “Rastî ev e ku aştî tenê li ser bingeha xwişk û biratiya gelan û wekheviyê mimkun e. Ji ber vê yekê, em bang li hemû gelên herêmê dikin ku li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst, dagirkerî û îstîsmarê, em di eniya aştiya hevpar de bibin yek.”