Navenda Nûçeyan – Lekolînên zanistî diyar dikin ku her darek têra 40 mirovî oksîjenê hildiberîne û kezaba 40 mirovî paqij dike. Li gorî lêkolînan li tevahiya cîhanê di salekê de 67 hezar km daristan tune bû. Ji ber şewata salekê ya daristanê herî kêm 268 milyon mirov ji oksîjenê bêpar man.
Dar û şînahiya li ser ruyê erdê, bi tîrêjên rojê fotosentezê dikin. Bi rêya fotosentezê karbondîoksît (CO2) ya di nava atmosferê de dimijin û li şûna wê oksîjenê (O) berdidin. Ji ber vê taybetmendiya daran; dar û daristan çavkaniya oksîjenê ye. Di xwezayê de her dareke mezin têra 40 mirovî oksîjenê hildiberîne û CO2 paqij dike. Dar, daristan û hemû şînahiyên li ser ruyê erdê bi rêya fotosentezê karbondioksitê (CO2) ji atmosferê digirin û li şûna wê oksîjenê (O) belav dikin. Ji ber vê yekê daristan wekî kezeba cîhanê tê pênasekirin. Çiqas daristan bê şewitandin û tunekirin, kezeba cîhanê jî ew qas tune dibe.
Di atmosfera tevahiya cîhanê de, ji sedî 21 (% 21) oksijen heye. Ji sedî 56ê (% 56) vê oksîjenê bi rêya daristanê hildiberîne. Çavkaniya oksîjenê ji sedî 65 ji daristanê tê hilberîn. Hektarek daristana darên çam 36.4 ton toza di hewayê de parzûn dike û paqij dike. Dîsa hektarek daristana darên çam di salekê de 30 ton oksijenê hildiberîne. Ji ber vê taybetmendiyê, dar û daristan ji bo mirovan dibin çavkaniya hewaya paqij û jiyanê. Çiqas dar zêde bibin ew qas hewajî paqij dibe. Ew qasî oksijen jî zêde dibe. Her salê darek nêzî 100 kg karbondioksît dimije û li şûna wê 120 kg oksijen berdide. Bi taybetî darên ladin, çam, berû zêde oksîjenê li xwezayê belav dikin.
Li gel vê taybetmendiya dar û daristanê ku çavkaniya oksîjen û jiyana mirovan e, lê dîsa her sal bi destê mirovandaristan tê şewitandin. Her sal mirov bi destê xwe çavkaniya oksîjenê dişewitîne. Ango kezeba xwe dişewitîne.

Di salekê de 67 hezar km2 daristan tune kirin
Li gorî analîz û dîmenên ku ji ezman hatine kişandin, li cîhanê di 2024an de 67 hezar km² qada daristanê hatin tunekirin. Li gorî hesaban, di her deqîqeyekê de bi qasî 18 seheyên gogê tên tunekirin. Yek ji sedema herî mezin, birîna daran a ji bo zeviyên çandiniyê û şewata daristanan e. Ji ber hikûmetên dewletan jî li dijî parastina qadên daristanê tedbîran nagirin, rê li pêşiya birîna daran tê vekirin.
Di 10 salan de 257 hektar daristan şewitî
Li gorî rapora Têkoşîna li dijî Şewata Daristanan a Sendîkaya Tarim Orman-Îşê, li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de zêdetirî 27 hezar caran daristan hatin şewitandin. Di van şewatan de 257 hezar hektar qada daristanê hat şewitandin. Li Tirkiyeyê di 2024an de 3 hezar û 797 caran agir bi daristanê ket. Di şewata daristanê de 24 hezar û 874 hektar daristan şewitî.
Li gorî daneyên Midûriyeta Herêmê ya Daristanê di 2023an de 15 hezar û 520, di 2022an de 12 hezar û 799, di 2021an de 139 hezar û 503 û di 2020an de jî 20 hezar û 971 hektar qada daristanê zerar dît. Di salên dawî de herî zêde li bajarên Antalya, Mugla, Îzmîr, Edene û Mersinê qatên daristanê tune bûn. Rayedarê Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê (WRI) Rod Taylor, destnîşan dike ku şewata daristanan zêde dibe.













