• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

    Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

    ANFê ji daxuyaniya gerîla dîmenên droneyê parve kir

    ANFê ji daxuyaniya gerîla dîmenên droneyê parve kir

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    Kite kitên bernameya vekişîna gerîlayên Tevgera Azadiyê

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    Sabrî Ok: Lazime êdî karên hiqûqî bêne kirin

    Çapemeniya hawiz di ‘terorê’ de israr dike

    Çapemeniya hawiz di ‘terorê’ de israr dike

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Nedim Oruç / AW

26 COTMEH 2025 - 14:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Qendîl– Tevgera azadiyê vekişîna gerîlayên HPGê û YJA-Starê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a ji bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir. Rojnameger ji çar aliyê hatin bername şopandin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê li gor biryarên 12emîn kongreya PKKê, îro di daxuyaniya bi tevlêbûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû de diyar kirin ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên leşkeri ji bakurê Kurdistanê kiriye.

Li Binarê Qendîlê daxuyaniya dîrokî dan

Bernameya daxuyaniya vekişîna gerîlayên HPGê û YJS-Starê li quntarên çiyayên bajaroka Binarê Qendîl pêk hat û cihê bernameyê beriya ku bername destpêbike bi 3 saetan ji çapemeniya hatiye dawetkirin re hat ragihandin. Li ser diyarkirina cihê bernameyê çapameniya amade ber bi cihê daxuyaniyê ve çû û di têketina qadê de ji bo ewlehiyê lêgerînek li ser kesên daxilî qadê bibin pêk hat.

Li qadê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan

Dema em ketin qadê destpêkê dika ji bo daxuyaniyê hatiye amadekirin bala me kişand, li pişt cihê daxuyanî were dayîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hatibû daliqandin û sê kursiyên li pişt maseyan hatibûn danîn. Li qadê ji bo kesên daxuyaniyê bişopînin cihê bikarin bixebiitin hatibû amadekirin. Vexwarin jî li bine konekî de hatîbûn danîn.

Ji çar aliyê cîhanî şopandina daxuyaniyê

Ji çar aliyê Kurdistanê, Ewrûpa, gelek welatên biyanî û ji welatên Ereban ajans û qenalên tevevîzyonan daxuyaniya vekişandina hêzên leşkerî şopandin. Beriya ku bername destpêbike her kesî amadekariyên xwe temam kirin û ji bo bername destpêbike li benda hatina Hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê rawestiyan. Dema ku em li qadê benda destpêkirina bernameya bûn ji nişka ve destpêkê Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Endama YJA-Starê Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû daketin qadê û bi vê yekê hemû rojnemevanên li qadê bi wênekêş û qemereyên xwe ber bi wan ve meşiyan.

8 gerîlayên YJA-Starê 17 gerîlayên HPGê yên ku vekişiyane tevil daxuyaniyê bûn

Dema ku Sabrî Ok, Vejîn Dersîm û Devrîm Palû derbas bûn vê carê 7 jê jin tevahî 23 gerîla xuya kirin û bi çekên xwe ketin qadê û li bin siya wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bi cih bûn.

Daxuyanî Sabrî Ok û Vejîn Dersîm xwend

Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Sabrî Ok û ya Kurdî ji aliyê Vejîn Dersîm ve hat xwendîn. Piştî daxuyaniyê Sabrî Ok pirsên rojnemevanan bersivandin.

Gerîla ji herêmên Botan, Serhat, Garzan û Amedê vekişiyane

Gerîlayên ji bakurê Kurdistanê vekişiyane piranî ji herêmên Botan, Amed, Serhed û Garzanê piştî biryarên kongreyê dest bi vekişînê kirine. Vejîn Dersîm ku daxuyaniya Kurdî xwend Fermandara Eyaleta Serhedê ye û ji piştî biryara kongreya 12emîn ji Herêma Serhedê dest bi vekişandinê kiriye, her wiha Fermandarê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû jî ji Herêma Garzanê hatiye Qadên Parastinê ên Medyayê.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

26 COTMEH 2025
ANFê ji daxuyaniya gerîla dîmenên droneyê parve kir

ANFê ji daxuyaniya gerîla dîmenên droneyê parve kir

26 COTMEH 2025
Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

Sabrî Ok: Lazime êdî karên hiqûqî bêne kirin

26 COTMEH 2025
Cih û dema civîna Heyeta Îmraliyê û Erdogan diyar bû 

Cih û dema civîna Heyeta Îmraliyê û Erdogan diyar bû 

26 COTMEH 2025
Çapemeniya hawiz di ‘terorê’ de israr dike

Çapemeniya hawiz di ‘terorê’ de israr dike

26 COTMEH 2025
Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

26 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (436)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne