Riha – Kurdistana ku bi peymanan hatiye parçekirin piştî sedsalek dijwar û xedar carek din tê xwestin destkêftiyên Kurdan ji holê bên rakirin. Yek ji xala li ser sînoran ku parçebûnê nîşan dide jî Kobanê û Pirsûs e. Welatiyên li gundên Pirsûsê anîn ziman ku dixwazin tola 2014an ji Kobanê hilînin û dibêjin ku Kurd wê ji vê rewşê rizgar bibin.
Meha Çile tenê ne di warê rewşa hewayî de dijwar bû, her wiha meha Çile ji bo destkeftiyên Kurdan jî mehek dijwar bû. Grûbên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê bi piştgiriya Tirkiyeyê di 6ê Çile de êrişî taxên Kurdan ên Helebê kirin û Kurdên niştecihên taxan bi bi komkujiyan re rû bi rû man. 10ê Çile hikûmeta Şamê-HTŞ û Îsraîlê li Parîsê civînek li dar xist û li hevkirinek pêk anîn. Piştî civîna Parîsê komên çekdar ên giredayî HTŞ, DAIŞ, SMO û Tirkiyeyê êrişeke berfireh di çerçoveya planên hezên navneteweyî û herêmî de li dijî Rojavayê Kurdistanê dan destpêkirin. Armanca hêzên hegemon ew bû ku bi van êrişan destkêftiyên Rojava û Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) tasfiye bikin. Ev êriş û plan hemû wek peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê yên duyemîn jî hat nirxandin. Li dijî vê planê Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî ragihand û dest bi berxwedana parastina Rojavayê Kurdistanê kir.
Piştî banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd rabûn ser pêyan. Li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd û dostên Kurdan sînorên hatine çêkir bêwate kirin û bi sedan ciwan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn da ku Rojava biparêzin. Piştî çalakî û berxwedana gel hêzên herêmî û navneteweyî li sre berxwedana gelê Kurd neçar man ku bi paş ve gavan biavêjin.
Rêveberiya Xwser-HSD û hikûmeta demkî ya Şamê-HTŞ di 30yê Çileyê de bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hatiye îmzekirin ragihandin. Peyman di 2ê Sibatê de ket meriyetê û dan û standinên entegrasyonê yên li Rojava berdewam dikin. Li gorî peymanê herêma Rojava dê Kurd bi rê ve bibin û Rêveberiya Xweser-HSD jî dê wek şirîkê hikûmeta Sûriyeyê cihê xwe li Şamê bigirin. Lê tevî danûstandinan û peymanê jî dorpêça li ser Kobanê didome.

Ambargoya li ser Kobanê û astengkirina alîkariyê
Li Kobanê ji destpêkirina êrişan vir ve ambargo ango dorpêç didome. Derdora bajêr hatiye girtin û bajarê Kobanê ku li ser Kantona Firatê ye ji Kantona Cizîrê hatiye qutkirin. Her wiha av, ceyran, sotamenî, xwarin û derman jî li ser welatiyan hatiyê qutkirin. Ji ber ambargo û qutkirina pêdiviyên bingehîn a welatiyan jiyana gelê Kobanê jî di xeterê de ye. Ji ber serma û ambargoyê 5 zarokan li Kobanê jiyana xwe ji dest dan û welatiyên ku nexweşin jî nikarin xwe bigihînin dermanan. Alîkariya ku ji aliyê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ve ji bo Kobanê hatibû kom kirin jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve destûr nehat dayîn derbasî Kobanê bibe. 25 TIRên alîkariyê ku ji Amedê derketin rê 5 rojan li ser sînorê navçeya Pirsûs û Rihayê hat rewestandin û tevî danûstandinên bi rayedarên dewletê re jî deriyê sînor ê Murşîtpinar ku di navbera Pirsûs û Kobanê de ye nehat vekirin û alîkarî negihîşt Kobanê. Ji ber ambargo û astengkirina alîkariyê xetereya li ser jiyana welatiyên Kobanê berdewam dike.
Sînorên bêmane gundan ji hev qut kiriye
Welatê Kurdistanê bi peymana wek Sykes Pîcotê û Lozanê di nav çar dewletên wek Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de hatiye parçekirin û sînorên çêkirî li ser axa Kurdistanê hatine danîn. Lê ev sînor tu demê ji aliyê gelê Kurd ve nehatine qebûlkirin û bêmane bûne. Bi plan û peymanên nû hate xestin ku Kurd carek din nebin xwedî tu satu û destkeftiyên wan ji holê bên rakirin.
Me berê xwe da ser sînorê navbera Kobanê û Pirsûsê. Gundên Pirsûsê li ber Kobanê ne. Weke ku li Kobanê ambargo heye li gundên sînor ên Pirsûsê jî ji aliyê cendermeyên dewleta Tirk ve dorpêçkirin û rewşa awarte heye. Bi dorpêçkirin û girtina sînor destûr nayê dayîn ku gundiyên Pirsûsê alîkarî û piştevaniya xizmên xwe li Kobanê bikin û serdanên hev bikin. Ji bo em nekevin bendên kontrolê û nayên astengkirin em di rêya gundan ku di nav heriyê de mane, derbas dibin.

‘Xew li me heram bûye’
Em di rêyên herî û xirab de derbasî gundê Measer, Ezîzer û Etmanek ên bi ser Pirsûsê ve ne dibin. Li ser rê welatiyek ji vê deverê rastî me hat û Kobanê nîşan da. Welatî dibêje, “Ew der Girê Miştenûr e. Arîn Mîrkan li wir şehîd bû.” Di bin Girê Miştenûrê de gundê Kaniya Kurdan ê Kobanê heye. Girê Miştenûrê wek eynikê ji van gundan xuya dike û heybetiya xwe nîşan dide. Ji ber ku liv û tevgera leşkerên Tirk li ser sînor zêde ye, em hewl didin ku bêyî pê bihesin hin dîmen û wêneyên Kobanê, Kaniya Kurdan, Miştenûrê bigirin.
Li vê xala ku Kobanê xuya dike, şêniyekî ji wan gundan dest bi sohbetê kir. Xizmên wî li wî alî sînor in. Dibêje beriya 10 rojan jî ew bi hev re li ser telefonê axivînê û 10 roj in tu agahî ji xizmên xwe negirtiye. Ji ber rewşa xizmên xwe bi fikare û dibêje malbatek ji nasên wî dema li Reqayê xwestine derbasî Rojava bibin ji aliyê komên çekdar ên HTŞê ve hatinê qetilkirin. Dema van gotinan dike hestiyar dibe û dibêje ji dema şer dest pê kiriye vir ve ji wan re xew tune ye.
Li hemberî hev in lê sînor nahêle bigihîjin hev
Di navbera Kaniya Kurdan a Kobanê û gundê Ezîzer ê Pirsûsê de herî zêde 5-6 kîlometre heye. Bi piraniya xizmên şêniyên gundê Ezîzerê li aliyê Kobanê ne. Lê ji ber sînor ev her du gund nikarin hev bibînin. Xelkê gundê Ezîzerê ji ber sînor û dorpêçê nikarin bi hawara xizmên xwe ve biçin û alîkarî bidin wan. Şeniyên gundê Ezîzerê ji ber vê rewşê bi hêrs û nerazî ne. Şêniyekî ji gund diyar dike ku ew li vir nikarin xwarin bixwin û dibêje, “Dema xizmên me li wir birçîbin em ê çawa bikaribin li vir xwarin bixwin û rakevin.” Şeniyên gund li bendê ne ku deriyê sînor vebibe û biçin hawara mirovên xwe.
‘Ji ber tirsê liv û tevger zêde kirin’
Ew Kobaniya ku li hemû cîhanê deng vedaye, ji bo Kurdan bajarekî pîroz e. Lê ji ber sînor û rewşa awarte ya li ser sînor kesek nikare nêzî sînor bibe. Ev yek jî her kesî bi hêrs dike. Şêniyên gundan jî ji bo liv û tevgera leşkerên Tirk bi fikar in. Li gorî agahiyên ku şêniyên gund didin, piştî şer li Rojava dest pê kir liv û tevgera leşkeran jî li ser sînor zêde bûye. Şêniyên gundê Ezîzerê dibêjin lê ev çend roj in hinek liv û tevger kêm bûye. Şêniyên gundan dibêjin tirsa dewletê ew e ku dê Kurdên Bakur wek sala 2014an sînor hilweşînin û xwe bigihînin Kobanê, lewma liv û tevger zêdetir kirine.
Hêviya rizgariyê
Şeniyên gundê Ezîzerê qala berxwedana 2014an jî dikin û dibêjin wê demê gel bûbû yek û berê xwe dan Kobanê û vê yekê diyar dikin; “Me bi hev re Kobanê rizgar kir. Dixwazin tolê ji Kobanê hilînin. Lê dîsa çar aliyên Kurdistanê bi yek dengî li ser pêya ye. Em ê ji vê rewşê jî rizgar bibin. Dibe hin fikarên me hebin lê hêviya me xurt û zindî ye. Hêviya me ji berxwedana Kobanê tê.”













