Mêrdîn – Endamên DEM Partî û DBPê ji bo bertek nişan bidin kolanên Qoserê paqij kirin û gemara kolanan danîn ber deriyê şaredariyê.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê endam û rêveberên DEM Partî û DBPê, endamên meclîsa şaredariyê ji bo bertek nîşanî gemara li kolanên bajêr bidin paqijî kirin. Şaredar Zeynî Îpek ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye îxraçkirin, rastî gelek rexneyên gel tê û bajar di nava çopê de maye.
Gelek kesên li Parqa Mehmet Sîncar a li taxa Berçem kom bûn, heya şaredariyê kolanên bajêr paqij kirin û bi paqijkirina gemara ku şaredar li pey xwe hiştiye bertek nîşanî şaredar dan. Welatiyan gemar kom kirin û wekî bertek çop li pêş deriye şaredariyê danîn.