Îsal Newoz li Amedê di 21ê Adarê de tê pîrozkirin. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya Newrozê hemû kolan bi bîlbordên “Newroza Azadiyê pîroz be” û “Newroz pîroz be” xemilandin.
Îsal li 89 navendan Newroz bi şîyara “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Di 21ê Adarê de jî dê bi heman şiyarê mîtînga herî girseyî ya Newrozê bê lidarxistin. Newroza Amedê ku her sal nêzî milyonek kes beşdar dibe, tê payin ku îsal 2 milyon kes beşdar bibe. Tê payîn ku îsal peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de bê xwendin. Ji niha de dika Newrozê û qada Newrozê hatiye amadekirin. Gel bi çar çavan li benda Newroza dîrokî ya Amedê ye. Newroza Amedê îsal di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de tê lidarxistin. Şaredariyên navçeyan û rêxistinên DBP, DEM Partiyê û TJAê ji niha de kolanên bajêr bi bîlbourdên li ser “Newroza Azadiyê pîroz be”, “Newroz pîroz be” nivîsandiye zeliqandin. Gelê Amedê ji niha de li benda 21ê Adarê ye.