Kolberek Kurd ê ji xelkê bajarê Seqîzê li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.
Li gorî agahiyên Kolbernewsê belav kir; li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di êvara roja 29ê Tîrmehê de hêzên rejîma îranê êrişî komek kolberan kir.
Hate diyarkirin ku di encama êrişê de kolberek bi navê Behram Mîke yê 30 salî bi giranî birîndar bûye. Li gorî agahiyan Behram Mîke ji gundê Mîke ya bajarê Seqîz a Rojhilatê Kurdistanê ye û niştecihê gundê Tirxan Abad ya Baneyê ye.
Kolbernewsê da zanîn ku Behram Mîke destpêkê ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Selahedîn Eyubî ya li Bane, lê piştre ji ber giraniya birînên xwe ji bo nexweşxaneya Seqîzê hatiye şandin.
Hêjayî gotinêye ku di sala 2024an de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatine kuştin û 131 kolber jî birîndar bûn e.