Koma Berxwedan a ku di dîroka hunera şoreşgerî de xwedî mîsyoneke stratejîk e, piştî navbereke dirêj xwe wekî ‘Akademî û Dibistana Çandê’ ji nû ve ava kir.
Koma Berxwedan a ku di sala 1983yan de bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo hatibû avakirin û di sala 2019an de biryara feshkirinê dabû, li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi resepsiyoneke bi heybet ji nû ve damezirandina xwe ragihand. Resepsiyon bi beşdariya hunermend, nûnerên saziyan û dostên gelê kurd hate lidarxistin.
Perspektîfa ‘Avakirina Çandî’

Komê di deklerasyona xwe ya damezirandinê de diyar kir ku ew ê di serdema nû de tenê bi hilberîna muzîkê sînordar nemînin û xwe wekî “Akademî û Dibistana Çandê” bi nav kirin. Ev biryara nû ji hêla komê ve wekî rol û mîsyona avaker a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wekî pêwistiyekê hate destnîşankirin. Komê daxuyand ku ew dê di vê pêvajoyê de erkê “avakirina çandî” bigirin ser milê xwe.
Xemgîn: Koma Berxwedan wijdana neteweyî ye
Li ser navê komê hunermendê navdar Hozan Xelîl Xemgîn axivî û bal kişand ser koka komê û wiha got: “Koma Berxwedan projeya Rêber Apo bi xwe bû. Ev proje di sala 1986an de veguherî deng û wijdanê neteweyî yê Kurdistanê. Tevî hemû êrîşên li ser saziyên me, me 33 salan li ber xwe da. Niha em vê mîrasê vediguherînin dibistanekê da ku çanda me li dijî asîmîlasyonê bibe mertal.”
Ji saziyan peyamên piştgiriyê
Di resepsiyonê de hunermendên wekî Hozan Şemdîn, Kawa, Amele, Gulîstan Mûsa, Şiyar Munzur, Hozan Aydın, Jiyan Osman û Bengî Agirî amade bûn. Her wiha saziyên wekî TEV-ÇAND, Hunerê Mizgîn, Heyva Sor, YEK MAL û KOMAVê jî bi armanca piştgiriyê tev li resepsîyonê bûn. KONGRA GEL di peyamek şandî de bi gotina, “Koma Berxwedan di avakirina jiyana nû de wê bibe pêşeng” baweriya xwe anî ziman. KNKê jî destnîşan kir ku xwenûkirina Koma Berxwedan bersiveke dîrokî ya ji bo ruhê serdemê ye. KCK-Eyê jî go tku hunermend mîmarên avakirina civaka demokratîk in û piştgiriya xwe ragihand.
Resepsiyon piştî nîqaş û nirxandina planên nû, bi stranên şoreşgerî yên ku bi dehan salan in di nav gel de tên gotin bi dawî bû.












