• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

    Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 10:17
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Endamên Koma Berxwedan bi stran û peyamên xwe piştgiriya berxwedana Rojava kirin û destnîşan kirin ku ew jî bi ruhê seferberiya neteweyî li ser pêya ne û kî çi dike bila bike dê gelê Kurd bi ser bikeve. 

Çeteyên HTŞê, SMOyê û DAIŞê bi piştgiriya dewleta Tirk ji 6ê Çileyê ve êrişî gelê Rojava dikin. Li dijî van êrişan Kurd li serenserê Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê dadikevin kolanan û van êrişan şermezar dikin. Her wiha rewşenbîr, hunermend di nav de gelek beşên civakê jî bi peyamên xwe piştgiriya Rojava dikin. Endamên Koma Berxwedan jî bi stran û peyamên xwe piştgiriya Rojava dikin û êrişên li dijî Rojava şermezar dikin.

‘Em her tim bi gelê xwe re ne’

Hunermend Zozan berxwedana Rojava silav kir û wiha got: “Em berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran, ji dil û can silav dikin. Em bi milyonan Kurd in, em ne Kurdê berê ne, em xelas nabin em tim li ser pêyan e li dijî zilm û tehdeyê em li ber xwe bidin. Em her tim bi gelê xwe re ne. Em berxwedana gelê Kurd ji dil û can pîroz dikin.”

‘Em dengê xwe tev li dengê gelê xwe dikin’

Hunermend Xelîl Xemgîn jî wiha got: “Di vê pêvajoya seferberiyê de em weke kedkarên Koma Berxwedan bi hemû endamên xwe dengê xwe tev li dengê gelê xwe dikin û helwesta xwe nîşan didin. Heta niha çawa ku Koma Berxwedan ji bo gelê xwe têkoşiyaye dê di vê pêvajoyê de jî ji bo banga neteweyî, serhildana neteweyî em her tim amade ne.”

‘Dinya jî li ber yekîtiya me rabe nikare hêza me bişikîne’

Hunermend Xemgîn Bîrhat jî diyar kir ku gelê Kurd ê li Rojava 14 sal in ji bo hebûna xwe têdikoşe û wiha got: “Bi taybetî ji 6ê mehê ve nijadperestên qirêj, desthilatdar dixwazin têkoşîna gelê me ya li Rojava bifetisînin gelê me yê berxwedêr gelê me yê têkoşer li rojavayê Kurdistanê li ber xwe dide. Em weke hunermend piştgiriya vê têkoşînê dikin û em li cem gelê xwe ne. Dinya jî rabe li hember yekîtiya gelê me nikare hêza me bişikîne. Ji ber ku têkoşîna Rojava li cem gelê me yekîtiyeke neteweyî pêk anî. Bi bîr û baweriya me bi hêza çekdarên me bi rêxistina eniya me bi yekîtiya gelê me em ê bi serkevin. Berxwedana Rojava silav dikim. Her bijî berxwedana gelê me ya li Rojava.”

‘Bila dinya bizanibe em Kurd dê serbikevin’

Hunermend Peywan Arjîn jî bal kişand ser berxwedana rojavayê Kurdistanê ku ji her çar aliyan ve ji aliyê hêzên navneteweyî û cîhadîst ve hatiye dorpêçkirin û wiha got: “Lê bila dinya jî bizanibe ku em Kurd dê bi serbikevin. Dê tu kes nikare hîmê berxwedanê bişikîne. Ev berxwedana pîroz ku keç û xortên Kurd li Rojava pêk tînin wê bibe kilîta azadiyê û avakirina Kurdistanê. Îro bi hîmê keç û xortan yekîtiya neteweyî li bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanê bi berxwedana şervanên me û gelê me li ser piya ye û dê pêk were. Ez berxwedana gelê me ji dil û can pîroz dikim. Silav ji bo berxwedana şervanên me. An serkeftin an serkeftin.”

‘Dema gelê Kurd bibe yek dinya pê nikare’

Hunermend Cewad Merwanî jî bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha got: “Cara ewil e ku gelê Kurd ji bo Rojava ji bo şehîdên xwe û ji bo xîret û namûsa xwe evqas radibe ser piyan. Em vê berxwedana we bi hezar caran silav dikin. Em bi gelê xwe re ne. Ji bîr nekin ku li dijî van dagirkerên ku Kurdistan kirin çar parçe îro gelê Kurd bûye yek. Dema gelê Kurd bibe yek dinya pê nikare. Ez yekîtiya gelê Kurd silav dikim. Hezar silav ji çapemeniya me ya gelê me agahdar dike jî. Em bi we re ne, em ê bi we re bin heta dawiyê jî em ê bi we re bin. Têkoşîna we keda we em şehîdên xwe giş silav dikin.”

Koma Berxwedan bi navê “Keziyên te” stranek jî amade kiriye û beşek ji vê stranê strî ye. Her wiha strana “Lêxin Birano” jî strî û komê bi van stranan piştgirî da Rojava.

Etîket: Berxwedana Rojavaçeteyên HTŞê û SMOyêKoma Berxwedanyekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

27 NÎSAN 2026
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

23 NÎSAN 2026
Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

14 NÎSAN 2026
Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

4 NÎSAN 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

2 ADAR 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê rojeva firehkirina rê û veguheztina daran: Kî çi dibêje?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1004)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne