Ji bo piştevaniya berxwedana Rojava komek ciwan ji herêma Ranya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve ketin rê.
Komek ciwanên ji Ranya û Hacîawa ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava bi merasîmekê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Dayika Pêşmergeyekê ya bi navê Esmer Resûl, ji ajansa RojNewsê re axivî û got: “Em li vir kom bûne ku zarokên xwe ber bi Rojava ve bi rê bikin. Kurê min û hevalên xwe diçin, em jî piştgiriya wan dikin.”
Ciwanê bi navê Ala Cemal ku biçe Rojava jî wiha axivî: “Rojane dîmenên bi êş tên pêşiya me, ji bo wê me biryar da ku biçîn Rojavayê Kurdistanê.”
Ciwaneke din yê bi navê Rehend Tahir axivî û got: “Weke erk û berpirsyarî me berê xwe dan Rojava. Ev erkekî exlaqî û mirovî ye.”













